logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye
  2. Hûmara newî ay "Bajar"î veciya
  3. Festîvala Koxê bi meşê dest pê kir
  4. Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da
  5. Ji Lîsê 5 romanên dawî yên derketine
news-details

Îlham Ehmed: Destkeftiyên mezin dê bên bidestxistin

  • Dîrok: 08/02/2026
  • Beş: Nûçe

8'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava...

...ev tê nûkirin...
 

 

Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Em dosyaya vegerê dişopînin
Di demên dawîn de der barê vegera xelkên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî bo malên xwe, hinek nûçe û agahî belav bûn. Li ser mijarê Komîteya Koçberên Serêkaniyê ragihand ku ew dosyaya vegera şêniyan bo malên xwe dişopîne û eger tu geşedanek der barê mijarê de çêbû ew ê xelkê agahdar bike.
Komîteyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew bi awayekî çalak dosyaya koçberan bi aliyên têkildar re gotûbêj dike û dişopîne da ku ji bo vegereke bi rûmet şert û mercên ewle peyda bike.
Komîteyê di daxuyanya xwe de got, eger tu geşedanek der barê mijarê çêbû ew ê xelkê agahdar bike û ew ê bi xwe vegera xelkê birêxistin bike.
**

Li balafirgeha Qamişloyê hevdîtina HSD û Şamê
Di çarçoveya peymana di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û HSDˊê de li balafirgeha Qamişlo civînek hat lidarxistin.
Şandeya hikumeta demkî ya Sûriyeyê îro piştî nîvro hat balafirgeha Qamişlo. Şandeya Şamê li vir bi şandeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a bi serokatiya fermandar Mehmûd Xelîl Elî re rûnişt. Di civînê de mijara balafirgehê hat gotûbêjkirin. Hat gotin ku biryar e heta 20 rojan Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişlo carek dest bi xebata rêwiyan bike. (Ronahî tV)
**

Rêveberiya Kobanî: Tevî sozan jî hikumeta demkî tu gav neavêtine
Rêveberiya Kobanî daxuyanî da û diyar kir tevî sozên ku nûnerên hikumeta demkî di civîna li Helebê de dane jî, heta niha ji aliyê wê ve gavên berbiçav nehatine avêtin, bi taybetî vekişîna hêzên leşkerî ji Çelebiyê û rakirina dorpêça li ser bajarê Kobanî.
Rêveberî bi vî rengî bang li hikumeta Şamê kir, "Em bang li hikumeta Şamê dikin ku erkên dikevin ser milê xwe bi cih bîne û gavên pêwîst temam bike, bi taybetî vekişandina hêzên leşkerî ji gundên di nav sînorên îdarî yên herêma Kobanê de, rakirina dorpêça li ser bajêr û rakirina astengiyên li pêşiya dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn ji bo şêniyan.” (ANHA)
**

Îlham Ehmed: Destkeftiyên mezin dê bên bidestxistin
Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê têkildarî rewşa dawî ya li Sûriyeyê û peymana 29'ê Rêbendanê ya di navbera HSD û hikumeta demkî ya Şamê de, civînek li Pirtûkxaneya Şilêr a li Qamişloyê li dar xist.
Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li ser rewşa dawî axivî.
Va ne hin gotinên Ehmet:
Îlham Ehmed behsa pêvajoya heyî kir û wiha got: “Projeyek bi pêş ketibû, projeyek ji bo azadiya gelan bû. Lê niha hinek hesasiyet çêbûye.  Bi taybet di mijara mafên gelan de. Di vî warî de gelek hesasiyet heye. Hinek jî dixwazin bi vê hesasiytê şerê navxweyî çêbe, gelek hewldan jî hene, bi taybet di navbera gelan de. Divê em hişyar bin. 
'XWESTIN KURDAN MÊ MAF Û NASNAME BIHÊLIN'
- Doza gelê kurd wekî ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, li beramberî wê siyasetên desthilatê yên ku hatine meşandin, hem demografiya heremê û zîhniyeta dane rûniştandin heya niha hewldanên heyî li ser esasê şeytankirina vî gelî ye. Bê maf û nasname hiştine. Hê li ser van kar dikin. Her wiha hin kes ji bo vê siyasetê dibin amûr.
'DIXWAZIN KURDAN JI HOLÊ RAKIN'
- Dixwazin gelê Kurd ji holê rakin, armac jî û siyaset gelek diyar e. Me di destpêkê de hewl da em pêşiyê bigirin. Pêşiya fitne û fesada heyî bigirin. Her wiha gelê me bibe xwedî maf. Biryara ku ji hêla hikumeta demkî ve derketiye ya ji bo mafê gelê kurd, cara yekem ku biryareke wiha derdikeve ku kurd bibin xwedî biryar û nasname. Ev biryareke erênî ye. Ev yek jî dê bê şopandin. Her wiha şopandina wan biryaran ji hêla siyasî û qanûnî de em çawa dikarin bi cih bikin û paratîka wê li ser erdê pêk were.
MESELEYA ENTEGRASYONÊ û ZAGONA BINGEHÎN
- Li ser entegrasyonê, Wê firqe û lîwa ji bo Hesekê û Kobanî çêbin û hevalên jin jî cihê xwe di nav de bigirin. Her wiha ji bo mijara saziyên sivîl û çandî û ziman jî dê lihevkirin bê kirin. Muhafizê Hesekê diyar bû. Her wiha hin xal hene wekî deriyên sînor û ziman û hwd, nîqaş li ser wan tên kirin. Her wiha komîteyeke fermî ji bo destûrê nehatiye çêkirin, lê agahî dan ku komîteyek bê avakirin.
'YEKÎTIYA KURDAN A DÎROKÎ ÇÊBÛ'
- Lîstikeke pir xerab heye. Divê em ji van lîstikan hişyar bin û bi têkoşîna siyasî em wan têk bibin. Armanca dijmin têkbirina gelê kurd bû, lê rola gelê kurd li pêş çavan bû. Yekîtiya kurdan a dîrokî çêbûye. Rih û destkeftiyên Rojava ev yekitî daye avakirin. Gotin, nivîsandin û pênûs ji fişekekê xurtir in. Di destûrê de dê mafên gelê kurd mîsoger bibin û em destkeftiyên mezintir bi dest bixin. Her astengiyeke derdikeve, em ê çareseriyekî bibînin. Her wiha ji bo koçberên Efrîn û Serêkaniyê û tevahiya koçberan xebat tê meşandin. (ANHA)

**

Heyeta Asayîşa Kobanî çû Helebê
Heyeta Hêzên Asayîşa bajarî Kobanê ji bo hevdîtinan çû Helebê. Heyet ji hevseroka Hêzên Asayîşa Kobanî Arîn Kobanî û hejmarek endamên Hêzên Asayîşê pêk tê, li avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê, ji aliyê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Helebê Mihemed Ebdulxenî ve hat pêşwazîkirin. 
Di civînê de çawaniya tensîqkirinê ji bo rakirina dorpêça li ser bajarê Kobanî, mekanîzmayên hevkariyê di navbera hêzên ewlehiyê li Kobanî û gundewarê wî ku rewşa ewlehî baş bibe û tevgera şêniyan hêsan bibe hatin nîqaşkirin.
**

Zanîngeha Kobanî xwest komkujiya Xerab Îşkê were lêkolînkirin
Komên hikumeta demkî yên Sûriyeyê roja 25’ê Rêbendanê/Çileya li gundê Xerab Îşkê yê Kobanî komkujî pêk anîn. Di vê komkujiyê de ji malbatekê 5 kes hatin kuştin,  5 jî birîndar bûn. Yek ji qurbaniyên komkujiyê xwendekara Zanîngeha Kobanî Fatima Hec Mehmûd e ku ji her du lingên xwe bû.
Fatima Hec Mehmûd ji ber lingên wê jêkirine li ser ereboka bi teker bû, kesên daxuyanî dan jî çong dan, hatin asta wê û bi vî awayî daxuyanî dan.
Bi amadebûna Fatima Hec Mechmûd, xwendekar, mamoste û xebatkarên Zanîngeha Kobanî kom bûn û der barê mijarê da daxuyaniyek. Wan wêneyên kesên di komkujiyê de hatin kuştin û wê Fatima Hec Mehmûd hildan. Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê xwendekarên bi navên Silava Ehmed û Nûjîn Ebdê ve hat xwendin
Di daxuyaniyê de wisa hat gotin: “Yek ji qurbaniyên komkujiyê Fatma Hec Mehmûd e. Fatma xwendekara sala yekemîn a beşa mafnasiyê ye. Di êrîşa li ser gundê Xerab Îşkê de ji her du lingên xwe bû.”
Di dewama daxuyaniyê de wisa hat gotin “Zarokek çawa ku hîn nû çavên xwe li dinyayê venekiriye bê dê û bav dimîne. Komkujî, kuştin, birîndarî û bobelatên ku li pêşiya çavên zarok û ciwanên me rû didin, bandorek xirab li derûniya wê dike. Bi sedan birînên mezin ên bê bersiv vekirine, gelo di derûniya we de çi vekiriye? Hûn qet vê pirsê ji xwe dikin?. Peyv nikarin mezinahiya vê trajediyeya bi serê xwendekara me û malbata wê de hatiye, vebêjin. Fatma ne bi tenê navekî normal di zanîngehê de ye, lê mînakeke ji bo azwerî û biryardariyê û destpêka xewneke pîşeyî di ber rêya edalet û hiqûqê de ye. Gava ku maseyên xwendinê û xewnên pêşerojê veguhere bîranîkek biêş û wêranker, ma ev ne cihê dax û şermezariyê ye? Ev bûyer birîneke ku wijdanê me hemûyan diêşîne.”
Di daxuyaniyê de piştgiriya exlaqî û mirovî ji Fatma û malbata wê re hat nîşandan ku ku bi rihetî bigihîje mafên xwe yên rewa.
Wan bang li saziyên navneteweyî û yên mafên mirovan jî  kirin û gotin “Destên xwe deynin ser wijdanê xwe û bi cidî li van kiryarên hovane binêrin. Bi rêya yasayan dest bi lêpirsînê bikin da ku sivîl werin parastin û nebin qurbana şerên hovane.”
**

Nivîsgeha Pêwendiyan a Kobanî sedemên arîşeya înternetê zelal kirin
Nivîsgeha Peywendiyan a bajarê Kobanî têkildarî arîşeya qutbûna internetê daxuyaniyek da. Hevseroka Nivîsgehê Evîn Şêx Ehmed li pêş avahiya Nivîsgeha Pêwendiyan a Kobanî bi beşdarbûna endamên nivîsgehê daxuyaniyek da.
Evîn diyar kir ku ji 18'ê Rêbendayê/Çileyê ve înternet li ser Kobanî qut e, centrala ku înternetê dide Kobanî bi temamî xera bû, kabloyên înternetê didin bajêr bi zanabûn hatine qutkirin, alavên li ser centralê hatine dizîn.
Evîn Şêx Ehmed anî ziman ku qutbûna înternetê ji ser bajarê Kobanî atmosfêreke nakokî û tevliheviyê çêkir, ji ber girîngiya înternetê wekî kehrebê û avê girîng e. Li gel dubarebûna bang û hewldanên têkildanîna bi aliyên eleqedar re ku derbasî centralê bibin û pirsgirêkê çaksazî bikin, lê hat redkirin.
Di dawiyê de Evîn Şêx Ehmed got ew di Nivîsgeha Peywendiyan de vê pêkanînê bi tundî şermezar dikin û bang li aliyên eleqedar kir ku destûrê bibin ku tîmên wan bi awayekî ewle derbas bibin, pirsgirêkê çareser bikin.

 

 

*

Hin nûçeyên eleqedar:

- Heta îro gavên bicîhanîna peymana HSD û Şamê (roj bi roj, va ne agahî)

- Li Rojava dibistan bûne malên koçberan

- Perwîn Yûsif: ENKS bêyî agahiya Heyeta Kurdî çû Şamê

- 6'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...

- 5'ê mehê agahiyên li ser Rojava

- Ji Komîna Hunermendên Wanê "Sonda Rûmetê"

- Barzanî li Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê axivî: Kurd dijî zordestan in

- Platforma Amedê: Ji ber derî venekirin me TIR'ên xwe vegerandin Amedê

- 4'ê mehê agahiyên li ser Rojava

- 3'yê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Îro 'pêvajoya entegrasyonê' dêst pê kir, niha çi tê kirin, wê çi bibe?

- Rêza leşkerî çawa ye? Tûgayên HSD'ê wê ji çend kesî pêk bên?

- Heta niha 500 kamyon gihîştine Rojava (Va ne agahiyên herî dawî)

- Nûredîn Îsa yê wekî Waliyê Hesekê hatiye diyarkirin kî ye?

- Mazlum Ebdî: Artêş wê nekeve gund û bajarên kurdan

- Ji bo peymana HSD û Şamî kî çi got?

- Nadiya Mûrad li NY'yê daxwaz kir: Bila Şengal û Kobanî bê parastin

- Va ne xalên peymana HSD û hikumeta Sûriyeyê

- Balyozê Îsraîlê serdana ofîsa Rêveberiya Xweser a Berlînê kir

- Du senatoran pêşnûmaya "Zagona Parastina Kurdan" pêşKêşî senatoyê kir

- Le Pointê manşeta ‘Xiyaneta welatên rojava’ bikar anî

- 29'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...

- 28'ê mehê, agahiyên il ser Rojava

- Gava pêşî ji Amedê hat: Hevşaredar û endamên meclisan meaşên xwe dan Kobanî

- Hemû Festîvalên Fîlman ên Kurdan banga piştgiriya Rojava kirin

- Li Başûr weşana Al-Jazeera, Al-Arabiya û Al-Hadath hat rawestandin

- Mike Pompeo: Bila DYA piştgiriya xwe ya ji bo HSD'ê bidomîne

- Le Monde: 400 kesayetên navdar banga ‘parastina Rojava’ kirin

- Bakirhan 'Bila ev lîstika 100 salî bê şikandin',
Ozel 'Bila Deriyê Sînorê ê Murşîdpinarê vekin'

- 27'ê mehê, agahiyên li ser Rojava..

- Senator Graham li ser kurdan dîsa Trump hişyar kir

* 26'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...

- 1'ê Reşemî wekî 'Roja Rojava ya Dinyayê' hat ragihandin

- Mazlum Ebdî: Hevdîtin didomin, Artêş wê nekeve Herêmên Kurdan

- 25'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Şaredariyên DEM Partî: Ji bo Rojava em hemû derfetên xwe seferber dikin

-- 24'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Heyva Sor a Kurd ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanî banga lezgîn kir

- Koma Berxwedan bi stran û peyaman piştgiriyê dide Rojava

-- 23'yê mehê agahiyên li ser Rojava

- 70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir

-- 22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...

- Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe

-- 21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir

-- 20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin

-- 19'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...

- Xalên Peymana Şam û HSD'ê eşkere bûn, ewê îmze bikin? (18.01.2026)

- Kî hevdîta HSD û Şamê têk bir, Sîpan Hemo eşkere dike

 

Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

diyarname podcast festival3 4 #diyarname #deng

news

Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye

news

NOFA / Eylul Nazlier

news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e#shortsvideo #shortsviral #shortsvideos

news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

news

diyarname podcast festival#shortsfeed #shortsvideos #diyarname#shortsviral

news

'Çand li ser mekan ava dibe' Ji festîvala çand û hunerê a Tetwanê #diyarname#shortsfeed#shortstory

news

diyarname podcast festival #diyarname#shortsfeed #shortstory #shortsfestival #shortsyoutube

news

diyarname# #diyarname#festival# #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortvideo #3deqe #deng

news

Huner, hunermend û Hozan Dîno

news

Nivîskar Yaqob Tilermenî beşdarî Diyarnameyê bû #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortsvideo

news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

news

diyarname# #podcast #3deqe #booktok #deng

news

ZERBAN

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

Video Project 2 4

news

diyarname podcast #diyarname #3deqe #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng#sinema #konferans

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 08 2026

Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da

news
  • 07 08 2026

Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye

news
  • 05 08 2026

Va ne hemû agahiyên il ser 'Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî' ku niha li Meclisê ye

news
  • 04 08 2026

'Çand li ser mekan ava dibe'

news
  • 04 08 2026

Rûken Cemal eşkere kir: Ji bo YPJ'ê pêşniyar heye, lê biryar nîn e

news
  • 04 08 2026

Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Ehmed El Şera civiyan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Di çapemeniya tirk de Serêkaniyê

ad

FIFA'yê serketiyên salê eşkere kirin

ad

'Armanca sempozyûmê pêşxistina rola hunerê û şêwekaran e'

ad

Salnameya Pirelli li ser mirov û xwezayê disekine

ad

Îdlîb, Heştî Şabî û êrîşa li ber derî

ad

Nuri Bilge Ceylan dîsa diçe Cannesê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye

  • 07 08 2026
news

Hûmara newî ay "Bajar"î veciya

  • 07 08 2026
news

Festîvala Koxê bi meşê dest pê kir

  • 07 08 2026
news

Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da

  • 07 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname