Diyarname
Di nav bi dehan beşên festîvalê de beşa Pêşbaziya Neteweyî ya Belgefîlman jî heye ku di vê beşê de 11 belgefîlm hene. Her yek balê dikişîne ser mijarek cuda û wê li ber çavan radixe.
38'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bi merasimek dest pê kir.
Di nav van de du belgefîlm mijara ermeniyan digire dest. Yek jê "Xwedê ji zarokên koçber hez dike?" yê din jî "Bêyî Guh Bide Havîn û Zivistanê"..
- "Tanri Goçmen Çocuklari Sever mî Anne?" (Dayê, Xwedê ji zarokên koçmer hez dike?)
Belgefîlmê derhêner Rena Lusin Bitmez bi zimanê ermencî ye û qala çîroka têkoşîna jiyanê ya malbateke ermen dike ku ji Ermenistanê koçî Stenbolê kirine. Ligel her tiştî malbat dike ku zarokên wan bixwînin.
- "Yaz Kiş Demeden" (Bêyî Guh Bide Havîn û Zivistanê)
Derhêner Zeynep Guzel ev belgefîlm kişandiye. Derhêner Guzel ji Tirkiyeyê ber bi Ermenistanê ve ketiye rê û di belgefîlm de ev rêwîtiya xwe kişandiye, bal kişandiye ser aîdbûn û windabûnê; dike ku wateya paşerojê fêm bike û berê xwe bide nediyariya pêşerojê.
- Aether
Aether belgefîlmê derhêner Rûken Tekeş e. Tekeş berê xwe dide herêmên ku ji ber hîdroelektrîkê di bin avê de dimînin. Ew bi vê berê xwe dide bûyîn û mirinên di nav xwezayê de, dikeve nava rêwîtiya dîroka cih. Di belgefîlm de Heskîf jî cihê xwe digire.
Vane hemû belgefîlmên di pêşbaziyê de ne:
- Aether / Derhêner Rûken Tekeş
- Meleklerin Koruyucusu / Parêzvanê Melekan / Derhêner Ensar Altay
- Tanri Goçmen Çocuklari Sever mi Anne? / Dayê, Xwedê ji zarokên koçber hez dike?/ Derhêner Rena Lusin Bitmez
- Şehitler / Şehîd / Derhêner Koken Ergun
- Yaz Kiş Demeden / Bêyî guh bide havîn û zivistanê / Derhêner Zeynep Guzel
- Kopek Filmi / Fîlmê Kûçik / Derhêner Cem Hakverdi
- Bulutlar /Ewr/ Derhêner Osman Nuri İyem
- Kâzim / Derhêner Dilek Kaya
- Gulyabani / Derhêner Gurcan Keltek
- Baştan Başa / Ji serî heta seriyek din / Derhêner Aylin Kuryel, Firat Yucel
- Vargit Zamani / Dema Çûyînê / Derhêner Orhan Tekeoglu
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Fîlmên 'Di sînemayê de pêşbaziya mafên mirovan'
- Şahiya fîlman tê: Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê hat eşkere kirin
- Xelatgirên Berlînê tên Stenbolê
- '10 Jin' bi awayê restorekirî tê nîşandayîn
- Fîlmên Kubrick li Stenbolê dê bêne nîşandayîn
- Festîvala Stenbolê Xelatgirên Sînemayê eşkere kirin
- Serîlêdanên ji bo Festîvala Stenbolê dest pê kirin
***