Diyarname
3'yê mehê 10'emîn salvegera komkujiya Şengalê bû. Di vê salvegerê de Koma Mîrzo bi navê "Çavên Te û Şengal" stranek belav kir.
Strana ku gotinên wê Ahmad Şîngalî nivîsandine, Fehedê Herbo stra ye.
Ji bo stranê klîbek hat kişandin û hat belavkirin. Derhêneriya klîbê Mîrzo Hişyar Mîrzo.
Xebata heyî bi van gotinan hatiye pêşkêş kirin: "Ev berhem diyarî ye ji bo hemû şehîdên fermana 2014 ya li ser Êzidiyan û hemû kedkarên doza Êzidî".
Em klîbê wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û belav dikin.
Kerem bikin...