Amed
Îro rojnameger sewxî edliyeyê kirin. Ji 20 rojnamegerî dozger xwest 16 jê bêne girtin. Îfadeya hinan hat girtin. Ji rojnamegeran Edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk bi hat berdan.
Di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 8’ê mehê rojnameger hatibûn binçavkirin. Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk, Dicle Fırat Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsaaran ê Xwebûnê Mehmet Ali Ertaş, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Aziz Oruç, rojnameger Omer Çelik, Suat Doguhan, Ramazan Geciken, Esmer Tunç, Neşe Toprak, Zeynel Abidin Bulut, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahin, Elif Ungur, İbrahim Koyuncu, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdurrahman Oncu, Lezgin Akdeniz, Kadir Bayram, Feynaz Koçuk û İhsan Ergulen piştî 8 rojên bin çavan îro derxistin edliyeyê.
Ji edîtorê MA’yê Aziz Oruç bernameyên ji bo tTV’yê çêkirine pirsî ne, ligel vê pirsên wekî “Şer çi ye? Pirsgirêka kurd çi ye?” Ji rojnameger Safiye Alagaş nûçeyên ku JINNEWS’ê çêkirine hatin pirsîn. Dozger xwest her du rojnameger bêne girtin.
Paşê îfadeyên edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk hatin girtin û ew hat berdan.
Dozger xwest Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsaaran ê Xwebûnê Mehmet Ali Ertaş, rojnameger Omer Çelik, Suat Doguhan, Esmer Tunç, Neşe Toprak, Zeynel Abidin Bulut, Mehmet Şahin, Elif Ungur, İRemziye Temel, Mehmet Yalçin, Lezgin Akdeniz, Kadir Bayram bêne tewqîfkirin. Ligel van dozger xwest İhsan Ergulen ê ku wê çaxê hatibû binçavkirin jî bhe girtin.
Îfadegirtina rojnamegerên din didome. Sibê dê encam diyar bibe.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- 837 rojnameger û 62 saziyan piştgirî da rojnamegerên binçavkirî
- Rojnameger 4 rojên din di bin çavan de ne
- Ji Baroya Amedê du bangên girîng
- Der barê rojnamegerên binçavkirî de agahiyên nû
- Li Amedê vê sibê gelek rojnameger hatin binçavkirin


