Vê hefteyê hin çalakiyên çandî
Diyarname
Li Amed, Batman û Stenbolê vê hefteyê hin çalakiyên çandî ku derdikevin pêþ me dan hev. Fermo:
AMED:
'Tartuffe' dilîze
Li Amedê lîstina 'Tartuffe' didome. Lîstika Þanoya Bajêr a Amedê rojên 24 û 25'ê mehê saet 19.30 de li cihên wan tê lîstin. Lîstika ji teksta Moliere hatiye girtin derhêneriya wê Ruknettin Gun kiriye.
Gotûbêjek li ser nasnameya etnîkî
Li Komeleya Nûbiharê ya Amedê gotûbêjek bi navê "Hetê Nasnameyê Etnîkî ra Edebiyatê Kirdkî" li dar dikeve. Nivîskar Roþan Lezgîn dê li ser meseleyê biaxive. Gotûbêj 26'ê mehê saet 14.30 de ye.
STENBOL:
'Arkadadiþimiz Çayan'
Çayan Demîrel derhênerekî kurd e. Wî belgefîlmên "38", "5 Nolu", "Dr Þivan" û ligel Ertugrul Mavioglu jî "Bakur" kiþandibû.
Ew bi xweþiyeke giran ket û hê jî pêvajoya dermankirina wî didome. Hevalên wî bi navê "Arkadaþimiz Çayan" (Hevalê Me Çayan) belgefîlmekî li ser wî amade kirin. Belgefîlmê ku meha borî li "Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan?" de hat nîþandayîn, 24'ê vê mehê saet 19'an de li Salona Cezayîrê ya li Galatasaraya Beyogluya Stenbolê tê nîþandayîn. Dema 'Odeya Bîrê' hat dirêjkirin Pêþangeha hunermend Ahmet Guneþtekîn "Odeya Bîrê" ku 6'ê mehpa borî vebûbû û heta 20'ê vê mehê dê vekirî ba niha dem dirêj kirin. Pêþangeh heta 6'ê reþemiya 2020'an dê vekirî be. Yên ku hê neçûne û lê temaþe nekirine heta wê demê dikarin li Salona Pilevneli ya li Mecidiyekoya Stenbolê li pêþangehê temaþe bikin.
BATMAN:
'Pergal' tê lîstin
Lîstika Þa Performansê ya bin avê "Pergal" rojên 24 û 25ê mehê saet li 19.30'yan de li Yenî Sahneya li Batmanê tê nîþandayîn.
Lîstika ku ij metra Sab Bobrick hatiye girtin derhêneriya wê Mehmet Musaoglu kiriye û Erhan Mîr û Tuncay Ozel têde dilîzin.
**
Têbinî: Agahiyên nû li ser çalakiyan bên ber destên me emê lê zêde bikin