Diyarname
Ji bo ajotina erebeyê ehliyet divê. Ji bo girtina ehliyetê jî divê çavên ajokar baş bibînin, bi tendurist be. Kesek dikare heta çend salan bi vî awayî be û ehliyetê bigire?
Bersiv ev e: Niha li Îtalyayê jineke di 100 saliya xwe de çû ehliyetê xwe nû kir. Jina bi navê Candida Uderzo ku li eyaleta Vicenzayê dijî çû avahiya qurseke ajokariyê, testa çav kir û piştî hat dîtin ku di çavên wê de jî pirsgirêk nîn in ehliyet dan wê. Bi vê yekê li Îtalyayê bû sêyemîn kes ku sed salan temam dike û ehliyetê digire.
Uderzo ji bo rojnameya îtalî Corriere della Sera axiviye. Vane hin gotinên wê:
- Ez kêfxweş bûm ku min ehliyetê xwe nû kir û ez niha xwe hê azad hîs dikim.
- Ez 100 salî me û ew qas bi tendurist bûn ji bo min surprîz e. Ez qet dermanan naxwim.
- Çavên min gelek baş in, bêyî berçavikan dikarim tiştinan bixwînim.
- Min biryar da ku li jiyanê mayîn ew e ku heta mimkûn be mirov ji jiyanê kêfê bigire.
- Ji dema ku em malnişîn bûme ez beşdarî komek meşê bûm û ji wê demê de ez diçim hemû meşan. Her yekşem saet 6’ê sibê de ji bo çûyînê amade me.
Li Îtalyayê yên bi ser 80’yî re her du salan carek ehliyetê xwe nû dikin, ji bo vê yekê jî pêşî rapora tenduristiyê digirin.