Diyarname
Hunermend Tarkan li ser betalkirina konserên xwe ji ser hesabê xwe yê tora civakî re ragihand ku heta ev vîrus bikeve bin kontrolê dê konserê nede.
Hunermend Tarkan her sal li Salona Servekirî ya Harbiye çend rojan ser hev de konser dida. Par ji ber Covid-19'ê wî konser neda, îsal jî konserên xwe betal kirin. Li ser pirsên "çima"yê ji ber tora civakî re got, "Dema em tên cem hev em guh nadin rêgezan. Em hemû zincîran diqetînin :) Ê, ez naxwazim kesî bixim nav talûkeyê. Dema ev vîrus ket bin kontrolê (ku ev jî bi derziyê dibe), dema rewş baş bû... Hinek sebir bikin, miheqeq emê bên ba hev, sebir bikin."