Diyarname
Serokomarê berê yê Fransayê François Hollande ev nêzî 10 salan bû ligel lîstikvan Julie Gayet hevaltî dikir, niha bi awayekî fermî ew zewicîn.
Hollande li navçeya Tulle ya herêma Correze bi merasimeke mutewazî zewicî. Hollande li vê herêmê ketibû nava siyasetê û bi salan mebûsiya vê herêmê jî kiribû.
François Hollande berê ligel Segolene Royal ku ew jî siyasetmedar e di sala 1973’yan de zewicî bû û heta 2007’an bi hev re bûn. 4 zarokên wan hebûn.
François Holllande ê 67 salî demek dirêj e di nava siyasetê de ye û di navbera salên 2012-2017’an de Serokomarê Fransayê bû. Ew wekî dostê kurdan jî tê zanîn. Di dema serokatiya xwe de wî siyasetmedarên Rojava û Başûr li Qesra Elysee demên cur bi cur de kiribûn mêvan.
Hollande û Gayet ev nêzî 10 salan in ligel hev in. Gayet berî vê di navbera 2003-2006’an de ligel lîstikvan û derhênerê arjantînî Santiago Amigorena zewicandî bû.