Fener Rojbiyanî
Di xebatên rexneyî û lêkolînên edebî yên ku bi kurdî ya kurmancî têne nivîsandin, kêm caran ez rastî lêkolînên wisa bi rêk û pêk têne ber çavên min, lêkolîn û twêjandin li ser bingehên zanistî û sûd ji serbûr tecrûbeyên û felsefeyên navdarên yewnanî, her wisa jî ji felsefeya zerdeştî û êzîdiyatiyê distîne.
Pîrtûka Îşraqa Feqiyê Teyran li ser bingehên felsefî û sofîgeriyên îşraqî di helbestên F.Teyran û bi taybetî beyta “Ey Av û Av” ya bi nav û deng, berhem ji xebata kek Hoşeng Şêx Mihemed Yusif ji Duhoke rengîn. Min ev berhem 2 caran xwendiye, lê cara diduyan bi hûrgulî û hêdîke di gel not û têbîniyan.
Vekoler di plana xwe de ya vekolînê de, hewl daye berhema xwe li ser çend beşan û pişkan dabeş bike û her beşek bi serê xwe lê vekole:
1- Pişka yekê lêkoler terxan kiriya bo Feqiyê Teyran û bi taybetî li nav û mexlese Feqî, ev nav ji ku hatiye û kê ev nav lêkiriye, li ser jiyana wî û têkiliya wî bi Mîrên Miksê û Cizîra Botan, her wisa dostaniya wî di gel Melayê Cizîrî, her wisa jî li ser kêşeya dîroka ji dayîkbûn û mirina Feqî ku li vir gelek gengeşe û bîr û boçûnên cuda derbarê vê mijarê hene. Li vir vekoler pişta xwe dibestîne bi gelek jêder û çavkaniyên girîn di edebiyata kurdî de û wekî mînak tîne ziman.
Vekoler çend nêrînên cuda ya lêkolîn û dîroknivîsên edebiyata kurdî di gel me de parve dike, mîna Alladîn Secadî û Dr. Maruf Xeznedar, Sadiq Behadîn Amêdî, Sa‘îd Dêreşî û Tehsîn doskî.. htd, van nêrînên cuda derbarê dîroka ji dayikbûn û mirina Feqîyê Teyran.
Her wisa jî di vê beşê de lêkolîner behsa berhemên F.Teyran ku piraniya wan ji Beytan pêk tên mîna:
- Beyta Şêxê Sen‘anî.
- Beyta Zembîlfiroş.
- Beyta Bersîsê ‘Abid.
- Beyta dilî
- Beyta Dimdim.
Vekoler di her beytek ji van beytên Feqiyê Teyran çend mînak ji hizir û bîr û rewanbêjiya Feqî ji me re tîne ziman.
2- Pişka duyemîn, vekoler giraniya xwe daye ser beyta Ey Av û Av li ser rêbaza Îşraqî û bingehên wê di felsefa û Sofîgeriya Feqiyê Teyran, di vê beşê de em dibînin ta kîjan radeyê Feqî di edebiyata xwe de çendîn bi zargotin û folklora gelê kurd ve nêzîk bûya û bi wan nirxên gel ve hatiya girêdan.
Vekoler her wekî din jî di vê xebatê de ji me re dide xuyan ku felsefe kurdî di edebiyata kurdî çiqas bi reh û resen e, ew qas girêdanek di navbere felsefeya Feqiyê Teyran û felsefaya sirûştî û yewnanî heye, bîr û boçûnên feylesofên yewnanî mîna Sokrates, Talis û yên din ji fîlezofên ereb mîna Farabî û Gazalî, Ibn Erebî û felsefeya Zerdeşt jî di nav gel de belavbûya.
Yek ji binemayên felsefî û sofîgerî ye Feqî Av a, av jî yek hêmanên sereke ne ya jiyanê ya,Av û Ba, Ax û Agir, ferqa yekbûne bûnê ( وحدة الوجود) û yekbûne dîtinê( وحدة الشهود) çi ye? Bûn û Fenabûn û Mehûbûn di zatê Xwedê de û li Işqa xwedayî û têkiliya Aşiq û Meşûq çi ye.
Vekoler yeko-yeko çemk û pênaseyên sofîgerî û îşraqî di beyta Ey Av û Av tîna ziman mîna, Xwedanasî, Bûnnasî, Serrêjbûnnasî, Işq û Hîkmetnasî, Pêxembernasî, cîlwenasî…htd di van bebetên Îşraqî de û di binemayên felsefe Sofîgeriya Feqîyê Teyran û hizir û bîrên wî li gorî van çemk û têgehan û di mînakên ji beyta Av de di gel bîr û boçûnên feylesofên yewnanî berewirde dike û bi hûrgulî dide pişaftin û ji xwendevan re dide çespandin û selmandin ku Feqiyê Teyran ew qas ji wan felsefeyên yewnanî û yên herêmî mîna Zerdeştan û Êzdîyatî haydar e.
Di pirsa hebûnê de jî di felsefeya yewnanî de Talîs dibêje ku yek ji hêmenên sereke ya hebûnê ye. Lê bes ya herî mezin a, vekoler mînakek ji Quran a pîroz tîne ziman (وجعلنا من الماء كل شيء حي أفلا يؤمنون).
Feqîyê Teyran dibêje:
`Heqîqeta van Cewheran
Me`rîfeta `Enasiran
Penhan neke j` yar û biran
Bê fêm bibêje `hikmetê
Bê fêm û qîl û qal bibêj
Hêdî bi lefzê `hal bibêj
Ber Mîm û Hê û Dal bibêj
Şerh û beyana kaxetê
Pirsa Feqê bê cih nebû
Lewrra di furqanê hebû
`Erşê Xudê li ser te bû
Avê gelo bîra te tê
Li dawiyê Vekoler beşek biçûk vediqetîne, da ku xwendevan bi hêsanî xwendin û di nava naveroka helbestên Feqiyê Teyran têbigihe, li ser zaravê sofîgerî ya Feqiyê Teyran û çemk û têgeh û pênasiyên ku feqî bi karanîne, mîna (Nûr, Xweda, Teyr û Melek, Sûret, Ax û Av û Agir, Işq, Nefis, Fenabûn û windabûn, Aşiq û Meşûq….) sofîgeran di jiyana xwe de û Şairên Sofîger van peyv û hevokan gelek bi kartîne, lewre jî xwendevanê sade û însanê asan nikare ji nav peyvan têbigihe.
Di vê berhemê de Vekoler wekî kesê cihê mijara wî, wate Feqiyê Teyran bi hostayetî dabû xuyakirin ku çendîn ji rewşenbîriya xwe mukim a û ji xwe bawer a, vekoler di vî berhemê de xwe dide xuya kirin çendîn şarezaye û haya wî ji felsefeya dinyayê heye û ev ilm û zanistên felsefî di karên xwe de wekî pispor bikartîne. Vekoler di rêya vê xebatê ji me re dide xuyakirin û bi mînak û nimûneyên cuda ji beyta Av û Av ku Feqiyê Teyran çiqas ji wan felsefeyan yewnanî haydar e, çendîn felsefeye farisî xwendiye û pê daxbar bûya û hizir û boçûnên wan baş têgihîştiye.
Lêkolîner di rêya vê xebatê û nimûneyên cuda ji beyta Ey Av ji me re dide xuyakirin ser asta ronakbîriya Feqî, her wisa jî nîşanên nêzîkbûne Feqîyê Teyran ji milet ve çendîn nêzîk bû, lewre jî Feqî bi serkeftî û hostatî karîbû wan beyt û lawik û heyranên kurdî têxe hundir kakilek edebî mîna beytan û bi rihê xwe û hizir û bîrên xwe ya Îşraqî û nirxên sofîgerî şiyabû wan beytan bexemlîne, Feqîyê Teyran danerê Beytnivîsên kurdî û ya herî yekem bû.
***
Nivîsên Fener Rojbiyanî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Ji bo çi xebata Tewfîq Wehbî Beg û Celadet Bedirxan têk çû?
- Ji bo çi xebata Tewfîq Wehbî Beg û Celadet Bedirxan têk çû?
***
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com


