Diyarname
Li nav çopê 2 tabloyên aîdê sedsala 17'an li nav çopê hatin dîtin û polîs li xwediyê van tabloyan digere.
Li eyaleta Bavyeraya Almanyayê li konteynereke li kêleka rê de 2 tablo hatin dîtin. Di encama lêkolînê de eşkere bû ku tablo orjînal in lê kes nizane aîdê kî ne. Polîsên Kolnê gotine ku tablo teslîmê wan kirine lê hê xwediyên wan nehatiye dîtin.
Her du tablo çarçovekirî ne û ew difikirin ku tabloyên hunermendê hollandî Samuel van Hoogstraten û yê hunermendê îtalî Pietro Bellotti ne.
Polîs dibêje ku tabloya kesê bi şewqeya sor hatiye neqişkirin aîdê Hoogstraten e ku ew di navbera salên 1627-1678'an de li Hollandayê jiya ye. Tabloyê din jî aîdê Bellotti ye ku ew jî di navbera salên 1625-1700'î de li Îtalyayê jiya ye.
Polîsên Kolnê ragihandiye ku kesên hay ji xwediyê van tabloyan heye bila bi wan re bikeve têkiliyê.