Amed
Xwedî û Berpirsyarê Karên Nivîsaran ê Rojnameya Azadiya Welat Vedat Kurşun vê carê jî bernedan.
Danişîna doza Xwedî û Berpirsyarê Karên Nivîsaran ê Rojnameya Azadiya Welat Vedat Kurşun li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li dar ket. Digel Kurşun parêzerên wî Servet Ozen, Meral Daniş Beştaş û Tahîr Elçî di danişînê de amade bûn.
Dadger pêşî diyar kir ku nivîsên ku ji ber wan doz li Kurşun hatine vekirin hê negihîştine ber dest û mafê axaftinê da pareseran. Parêzer Ozen axivî, li ser girtîbûna Kurşun sekinî û got: "Dibe ku cezayên madî li rojnameyê bên birîn lê girtina xwediyê rojnameyê bi rewşa terbîrê nayê îzahkirin. Muwekîlê min ji ber nûçeyên di rojnameya wî de derketine niha girtî ye. Tê gotin ku daxuyaniya Murat Karayilan dirêj hatiye dayîn. Dadgeh nikare li ser dirêjbûn û an kurtbûna nûçeyan biryarê bide."
Di dawiya parastinê de dadger biryara berdewamkirina girtîbûna Kurşun da û doz ji bo dema pêş taloq kir.
Nivîskar Ragip Zarakolu, Gulcîçek Guneltekîn, Serokê Komîteya Nivîskarên di Girtîgehê de ya Pena Tirkiyeyê H. Îbrahîm Ozcan, nûnerên rêxistinên civakî û nivîskarên Azadiya Welat di danişînê de amade bûn.