Diyarname
Pêşkêşvana NTV Ozlem Sakiriya Yurt di 39 saliya xwe de mir. Ji sala 2010’an di NTV de wê pêşkêşvanî dikir. Yurt ji ber kansêra pêsîrê mir.
Pêşkêşvan Ozlem Sarikaya Yurt di 21’ê adara 1983’yan de li Stenbolê hatibû dinê. Sarikaya li Stenbolê xwendina xwe temam kiribû ku beşa Radyo, Televîzyon û Sînemayê ya Zanîngeha Stenbolê bi yekemînî bi temam kiribû.
Di sala 2009’an de Komeleya Rojnamegerên Ewropayhe xelata pêşkêşvana herî serketî dabû wê. Sarikaya ku 4 salan di Haberturkê de xebitîbû di sala 2010’an de derbasî NTV bûbû û wê çaxê de li wir kar dikir. Pêşkêşvana ku 39 salî bû di sala 2013’yan de kurikekî anîbû dinê.
Pêşkêşvan Ozlem Sarikaya Yurt ev demek bû li hemberî qansêrê pêsîran ber xwe dida lê 17’ê gulana 2022’yan de mir. Kansêra pêsîran beleya serê gelek jinan e. Li gor îstatîstîkan li Ewropayê ji her 10 jinan yek, li DYA’yê ji her 8 jinan yek di jiyana xwe de rastî vê nexweşiyê tê. Ger zû teşhîs hatibe kirin çare heye, lê pêş ve çûne rewşek dijwar derdixe holê.