Stenbol
FCE di bin sernavê "Dinyayeke din mimkûn e" îsal li dar dikeve û wê cîhaneke din nîqaş bike.
Forûma Civakî ya Ewropayê (FCE) îsal di navbera 1-4'ê tîrmehê de li Stenbolê li dar dikeve. Forûm îsal wê li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê li Kampusên Maçka û Gumuşsuyu li dar bikeven.
Ji sazî û dezgehên kedê, saziyên siyasî û civak ji 36 welatên cîhanê wê kes beşdar bibin û mijarên cur bi cur nîqaş bikin.
FCE vê carê ji bo qeyrana aborî, polîtîk, civakî û ekolojiyê li dijî kapîtalizê, emperyalizmê, faşîzmê, serdestiya zilam û wêrankirina xwezayê dê têkoşînê bimeşîne.
FCE, her wiha dê li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî nîqaşan li dar bixe. Di vê çarçoveyê de wê li ser pirsgirêka kurd gelek semîner û panel li dar bikevin.
Bernameya forûmê:
- Saet 20.00, 30'ê pûşperê: Li Parqa Gazî ya Tarsîmê merasima destpêkê.
- 1-3'ê tîrmehê, semîner, panel û nîqaş.
- 3'ê tîrmehê, saet 18.00: Meşa Forûmê, Cih: ji Harbiyeyê heta Taksîmê
- 4'ê tîrmehê, saet 10.00: Pêşkêşkirina encamnameya Forumê ji bo raya giştî