Diyarname
5'emîn Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî îsal li Stenbol, Enqere û Îzmîrê di heman demê de li dar dikeve.
5'emîn Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî îsal di navbera 1-10'ê gulanê de li Stenbol, Enqere û Îzmîrê di heman demê de li dar dikeve. Festîvala ku armanca wê ew e ku jiyana kedkarên li dinyayê, tecrubeyên di tîkoşîna wan de bi fîlman pêşkêş bike ji aliyê sendîkayan ve tê organîzekirin. Festîval dike ku karker, kedkar û mirovên feqîr jî berê wan bide hilberîna fîlman.
Festîval niha wê li van sê bajaran li dar dikeve û dûre wê berê xwe bide bajarên wekî Edene, Trabzor, Bursa, Eskişehîr, Bolu (8 Gulan), Amed (19 Gulan) li dar bikeve.
Li Stenbolê ji bo festîvalê wê meşek û dûre jî merasima destpêkê li dar bikeve. "Meşa Kevneşopî ya Festîvalê" roja 2'yê gulanê saet 18'an de li rawestgeha Tramvay a Taksîmê wê dest pê bike û heta ber Salona Sînemayê ya Yeni Ruyaya Beyogluyê bidome. Di saet 19'an de jî li Yeni Ruyayê wê merasima destpêkirina festîvalê li dar bikeve. Di merasimê de wê Nihat Berham helbestên xwe, hunermend İLkay Akkaya jî stranên xwe pêşkêş bike. Di şevê de wê plaketên sipasiyê jî pêşkêşî kedkaran bikin.
Di dawiya şevê de wê fîlmê li ser berxwedêrê Tekelê bê nîşandayîn. Her wiha di festîvalê de 15 fîlmên li ser Tekelê hene.
Mijara bigehîn a festîvalê a îsal "Xebitandina bê ewlehiyî û têkoşînên li hemberî vê têne dayîn" e. Ji gelek welatan li dor 50 fîlmî wê bêne pêşkêş kirin.
Fîlmê Filiz Gazi "Olmasa", yê Metin Yegin "D", yê Elif Ergezen "Mukellef^, yê Anita Ogurlu û Ahmet Oncu "Nakit" hin fîlmên ji Tirkiyeyê ne ku wê bêne nîşandayîn.
Dîsa fîlmê Pelin Esmer "11’e 10 Kala" yê, İlksen Başarir "Başka Dilde Aşk", yê Orhan Eskikoy û Ozgur Dogan "Du ziman û baholek", yê Ahmet Uluçay "Karpuz Kabugundan Gemiler Yapmak" jî wê derkevin pêşberî temaşevanan.
Di nav mêvanên biyanî yê festîvalê de ji Îrane derhênerê navdar Mecîd Mecîdî, ji Îngilistanê John Cunnigham, her wiha Pascale Boosten, Eric Juzen, Eleftherios Georgiadis wê bi berhemên xwe bibin mêvanên festîvalê.
Dîsa di çarçoveya festîvalê de wê hin pêşangehên li ser karkeran in jî bêne li dar xistin.
Fîlmên festîvalê li Stenbolê;
Li Salona Beyoglu Beyoglu, Navenda Çanda Fransiz, Salona Orhan Adli Apaydin a Baroya Stenbolê, Salona Şişhane ya Sine-senê, Odeya Endazyarên Derdorê, Navenda Çanda Oteki, Kadikoy Halkevi, Navenda Çanda Kazim Koyuncu, İstanbul Halkevi, Kar;
Li Enqereyê: Bati Sineması, Navenda Çanda Alman, Navneda Çandên Çagdaş, Sakarya Meydani;
Li Îzmîrê jî li Navenda Çanda Îsmet Înonu ya li Fûara Îzmîrê, Şanogeha Ciwanan a Fûara Îzmîrê fîlm bêne nîşandayîn.
Her wiha li gelek tax û kargehan ji wê fîlm bêne nîşandayîn. Wekî her sal îsal jî fîlm bê pere têne nîşandayîn.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


