AMED
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), ji bo 22'yê avrêlê Roja Rojnamegerên Kurd li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ya li navçeya Sûra Amedê, bi rojnamegerên kurd re civiya û ev roj pîroz kir. Di çalakiyê de pankarta li ser “Roja Rojnamegerên Kurd Pîroz Be” nivîsandî hat vekirin. Piştî axaftina destpêkê ku ji aliyê Roza Metînayê ve hat kirin, sînevîzyoneke derbarê rojnamegeriya kurdî de hat nîşandan. Ji xeynî rojnamegeran, Cîgirê Hevserokên HDP Tayyîp Temel û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî tevli çalakiyê bûn.
'ÇAPEMENIYA AZAD 124 SAL IN LI BER XWE DIDE'
Hevserokê DFG'ê Serdar Altan pêşî Roja Rojnamegerên Kurd pîroz kir. Altan, diyar kir ku rojnamegeriya kurdî 124 salî ye û got: "Çapemeniya azad, li her çar perçeyên Kurdistanê, li seranserê cîhanê mînakeke baş a rojnamegeriyê dide der. Çapemeniya azad wekî dengê gelê kurd, roleke dîrokî dilîze. Bi hêsanî nehatiye heya roja îro. Berdêlên giran dan. 124 sal derbas bûn, çapemeniya azad hê jî li ber xwe dide.
Altan, bal kişand ser êrîş û zextên li ser kurdan, rojnamegerên kurd jî û got: "Çapemeniya kurdî xwedî roleke mezin e. Ne ji çapemeniya azad, ne ji çapemeniya kurdî ba dê heqîqet di tariyê de bimana. Niha di êrîşên li başûrê Kurdistanê de tê xwestin ku ser rastiyan bê nixumandin. Lê çapemeniya azad wekî dîwarekî zexm li ber vê disekine û qewimînên li herêmê radigihîne raya kurd û raya cîhanê. Heqîqet di tariyê de neman."
TEMEL: BEDÊLÊN GIRAN HATIN DAYÎN
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tayyîp Temel jî şehîdên çapemeniya azad bibîr anîn û li ser dîroka çapemeniya kurdî sekinî. Temel, got: "Em niha bi boneya Roja Rojnamegerên Kurd li vir in. Niha Kurdistan hê jî tê dagirkirin. Kedkarên çapemeniya azad li sirgûnê ne, statuya gelê kurd, hebûna gelê kurd bi polîtîkayên înkarkirin û qirkirinê re rû bi rû ne. Ger çapemeniya azad bedêlên giran nedana, dê têkoşîna azadiyê ya kurdan negihaştana vê astê. Ger têkoşîna azadiyê ya kurdan negihaştana vê astê, dê çapemeniya kurdî ev qasî mezin nebûna. Ev diyalektîk divê baş bê dîtin."
Temel, bal kişand ser êrişên li ser gelê kurd jî û got: "Niha Kurdistan, gelê kurd cardin bi êrîşan re rû bi rû ye. Dixwazin gelê kurd bitepisînin. Lê çapemeniya kurdî li hemberî van êrîşan bi biryardariyeke mezin tevdigere û dibe dengê gel. Mafê nûçewergirtinê yê gel diparêze. Ez vê meşa bibiryar a kedkarên çapemeniya azad pîroz dikim. Ev meş, dê bidome."
Ji Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Berîvan Kayî jî anî ziman ku rêwîtiya çapemeniya azad 124 sal in didome û got: "Ev meş, bi berxwedaneke mezin didome. Li cîhanê yên pêşengiya çapemeniya feminîst dikin rojnamegerên jin ên kurd in. Rojnamegerên jin ên kurd li dijî feraseta nêrza li ber xwe didin. Em rojnamegerên jin, li ser navê Gûrbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan li ber xwe didin."
AYDENÎZ: DI BERXWEDANÊ DE ROLA ÇAPEMENIYA KURDÎ
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî Roja Rojnamegerên Kurd pîroz kir û got: "Ez şehîdên çapemeniyê bi rêzgirî bibîr tînim. Rojnameya Kurdistanê ku 124 sal berê hîmê wê hat avêtin, bû ronahî ji bo îro. Her ku kurd tên înkarkirin, rojnamevanên kurd jî bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Kurd, îro ro têdikoşin û li ber xwe didin. Di vê têkoşîn û berxwedanê de roleke girîng a çapemeniya kurdî heye. Di parastina destkeftiyên kurdan de çapemeniya kurdî xwedî cihekî mezin e. Ez vê têkoşîna rojnamevanên kurd pîroz dikim."
Di çalakiyê de ji hunermendên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê Herem Nergîz stirî. Çalakî bi stranên hunermned Nergîzê bi dawî bû.
MA
Nûçeya Eleqedar:
- Roja Rojnamegerên Kurd pîroz be


