Diyarname
Li Meclisa Tirkiyeyê ji bo endamtiya Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê li ser navê BDP'ê Ahmet Yildirim hat hilbijartin.
Yek ji endamên RTUK'ê kêm bû ku ew jî para Koma BDP'ê diket. Li gor rêgezê BDP'ê ji bo endamtî du nav, Ahmet Yildirim û Abdullah Karahan pêşniyar kir û ji bo hilbijartina yek li meclisê dengdan pêk hat. Di tûra yekemîn a dengdayînê de tu endamî bi têra xwe deng negirt. Di tûra duyemîn de 245 mebûs beşdar bûn. Ahmet Yildirim 191 deng, Abdullah Karahan 20 deng girt û 34 deng jî betal bûn. Ahmet Yildirim bi 191 dengî li ser navê BDP'ê ji bo endamtiya RTUK'ê hat hilbijartin.
Yildirim ki ye?
Doç. Dr. Ahmet Yildirim di sala 1972'yan de li Amedê hatiye dinê. Wî di sala 1994'an de Beşa Erdnîgarî ya Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê temam kiriye. Piştî ku du perperdekarî kir li DYA'yê wekî lêkolînvan kar kir, 1998'an de li Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Stenbolê lîsansa xwe ya bilind, paşê li Fakulteya Erdnîgraiya Dîrok û Ziman a Zanîngeha Enqereyê doktoraya xwe temam kir.
Ahmet Yildirim di sala 2006'an de li Zanîngeha Dicleyê wekî perwerdekar dest bi kar kir û di sala 2011'an de bû doçent.
Yildimi zewiciye û du zarokên wî hene.
***
Nûçeya eleqedar: