Diyarname
Xelatên Rojnamegerî yên Metîn Goktepe ku rojnameya Evrenselê dide îsal 25’emîn car têne belavkirin. Serketiyên îsal diyar bûn. 10’ê avrêlê rojbûna Metîn Goktepe ye û wê rojê xelat bi merasimek dê bêne belavkirin.
Yekem car di sala 1988’an de ev xelat hatin belavkirin û ji wê demê ve heta îro her sal ev xelat têne belavkirin. Îsal juriya pêşbaziyê ji Celal Başlangiç, Hale Gonultaş, İpek Ozbey, Mehveş Evin, Murat Sabuncu, Nazim Alpman, Serpil İlgun, Zana Kaya pêk dihat. Juriyê biryara xwe da û serketî hatin eşkere kirin.
Va ne berhemên bi ser ketine:
NÛÇEYA NIVÎSKÎ
- Di warê Nûçeya Nivîskî de Nûçeya Herî Serketî: “Amara Dwla’nin duyulmayan çigliklari” / Arjîn Dîlek Oncel - Ajansa Mezopotamya
- Xelata Taybet a Juriyê: “Bakanlik Zirhli Araç İle Katledilen Yurttaşin Ailesinden Tazminat İstedi!” / Şehriban Aslan - JINNEWS
NÛÇEYA DÎTBARÎ
- Di warê Nûçeya Dîtbarî de: “Cihan Andiç: Turkiye’ye Bariş Gelsin” / Serkan Alan - Gazete Duvar
- Xelata Taybet a Juriyê: “Sosyal Medyada ‘Bobrek’ Pazari” / Meral Danyildiz - Arti TV
FOTOGRAF
- Di beşa Fotografê de: “Migros Direnişi” / Hasan Dogan
ROJNAMEGERIYA HERÊMÎ
- Nûçeya Serketî: “Yetkililer Kanal Yaptı, Suyu Unuttu” / Omer Karakuş - Haber Gazetesi (Li Semsûrê derdikeve)


