Diyarname
Rojnameger Aydin Engin ku ev demek bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin îro canê xwe ji dest da.
Rojnameger Aydin Engin roja 8'ê adarê ji rêzê bûbû ku ne tiştek giran bû lê ji ber hin sedemên nayên zanîn derketin, ji wê rojê de li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de bû. Li gor gotina Ekîm Engîn 8'ê mehê emeliyet dibe lê 10'ê mehê ji ber rewşa wî xirab dibe doktor wî digirin beşa nexweşên giran. Engin du roj berê wisa dibêje, "15'ê mehê ji komaya sûnî rakirin û bê tûpê nefes digirt ^udida. Ji bilî pişika sipî her tiştê wî normal bû û ber bi başiyê ve diçû. 20'ê adarê ji bo mudexeleyê enfeksiyona pişikê bikin ew entube kirin. Niha hê di beşa nexweşên giran de ye."
Rewşa Engîn îro xirabtir bû û nekarîn wî xilas bikin.
Aydin Engîn kî ye?
Rojnameger Aydin Engîn roja 12'yê reşemiya 1941'ê li Odemîşa Îzmîrê hatiye dinê. Ev 53 sal in rojnamegerî dike. Berî rojnamegerî karê şanoyê jî kiriye. Di sala 1969'an de bûye Midûrê Karên Nivîsaran a rojnameya heftena Yeni Ortam û ji wê demê de bê navber rojnamegeriya xwe domandiye.
Di sala 1974'an de dela ligel jina xwe Oya Baydar û Yusuf Ziya Bahadinli kovara "Îlke" derdixe, di vir de bi navê "Tirmik" (Rapêlk) quncikê dinivîse ku heta berî mirina xwe jî bi heman navî quncik dinivîsand.
Di dema Derbeya 12'yê Rezbera 1980'yî de çû derveyî Tirkiyeyê û 12 salan li Almanyayê wekî penaberê siyasî ma. Di sala 1991'ê de piştî efû derket vegeriya Tikrkiyeyê, kurtedemek li Girtîgeha Sagmalcilar raza û derket.


