Diyarname
Kovara Playboy hejmara xwe ya adar û avrêlê bi sernavê "NakedIsNormal" (Tazîbûn Normal e) derdixe û vedigere ser xeta weşana xwe ya berê. Gerînendeyê kovarê Cooper Hefner biryara "careke din vegera ser weşana tazîbûnê" wisa got: "Destjêberdana tazîbûnê bi temamî xeta bû. Îro em careke din nasnameya xwe bi paş ve bi dest dixin û em nîşan didin ku em kî ne."
Cooper di heman demê de kurê avakarê kovara Playboy Hugh Hefner e û wiha didomîne gotina xwe: "Şêweya pênasekirina tazîbûnê ya kovarê kevn bûbû. Tazîbûn tu demê nepirsgirêk bû, ji ber ku tazîbûn ne pirsgirêk e."
Hefner diyar dike ku dê gotina "ji bo mêran dilşadî" ya di berga kovarê de dê êdî bikar neynin û got: "Playboy her gav bala xwe da qada ku bala mêran li ser e, lê her ku roja cinsiyetbûnê di nav civakê de biguhere emê jî biguherin."
Kovara Playboy di sala 1953'yan de dest bi weşanê kir, par diyar kiribû ku înternetê tazîbûn derxistiye asta ku modeya wê derbas bûye û ji ber vê yekê dest ji weşandina fotoyên tazî berdabû.
Playboy di salên 1970'ê de tîraja wê 5.6 mîlyon bû, par ketibû bin 700 hezar hebî.


