Diyarname
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo Dêrsimê lêborîn xwest lê ev lêborîn hefteyeke nekişand û AKP'ê daxwaza BDP'ê ya lêkolînê red kir.
Erdogan piştî di civîka serokên bajarên partiya xwe de gotina "Ger li ser navê lêborîn hewce bike, ez lêborînê dixwazim", BDP ket nav tevgerê. Li ser gotina Erdogan BDP'ê ji bo li ser Komkujiya Dêrsimê lêkolîn bê kirin (roja 29'ê sermawezê) pêşniyarnameyeke da meclisê. Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Hasip Kaplan li ser navê BDP'ê mafê axaftinê girt û got: Em dixwazin li ser bûyerên di salên 1937/38'an de li Dêrsimê qewimîne lêkolînek pêk bê; meclis li ser vê yekê lêkolînê bike. Erdogan li ser vê yekê lêborîn xwestiye. Ji bo wateyeke vê lêborînê çêbe divê hin gav bêne avêtin.
Kaplan got ku ger AKP di lêborînxwestinê de ji dil be bila dengê "erê" bide vê pêşniyarnameya me.
Piştî axaftinan pêşniyarnameya BDP'ê bi dengên mebûsên AKP'ê hate redkirin. Bi vî awayî lêborîna ku Erdogan anîbû ziman tenê li salona civîna AKP'ê de ma; negihîşt meclisê.