Diyarname
5'emîn û 6'emîn Dadgehên Cezaya Giran ên Amedê serbestberdana mebûsên krud Hatip Dicle, Faysal Sarikaya, Selma Irmak, Gulseren Yildirim û Îbrahîm Ayhan red kir.
6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê êvara 25'ê mehê daxwaza parêzerên Hatip Dicle, Faysal Sarikaya û Selma Irmak a serbesetberdanê red kir. Dadgeran bi yekdengî ev biryar da.
Vê sibê jî 5'emîn Cezaya Giran a Amedê daxwaza parêzerên Gulseren Yildirim û Îbrahîm Ayhan a serbestberdanê red kir.
Bi vê biryarê de serbestberdana her 6 mebûsên kurd ji aliyê dadgehan ve hate redkirin. Mebûsên serbixwe ku di bin banê Blokê de ketibû hilbijartinê û 36 mebûs derxistibûn gotibûn hevalekî me jî kêm be emê neçin meclisê.
Parêzerên mebûsên sibê dê serî li dadgeha bilind a Amedê bidin.


