logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin
  2. Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê
  3. Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye
  4. Yamalê ji teşta Messi derketî, Williamsê ji Çola Sehra hatî
  5. Gotûbêja li ser 'Kurdnasiyê'
news-details

Di Documentaristê de belgefîlmên bi kurdî

  • Dîrok: 14/06/2026
  • Beş: Nûçeyên Çandî

 

___Cemil Oguz___

19'emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist dest pê kir û heta 19'ê mehê didome. Di Documentaristê de hin belgefîlmên bi kurdî jî hene. Me ew bo we dan hev.

Di Documentaristê de gelek beş hene, yek ji wan jî beşa "Panoramaya Tirkiyeyê" ye. Di vê beşê de belgefîlmên ji Tirkiyeyê têne nîşandayîn ku bi giştî 21 belgefîlm di vê beşê de hene. Ji van hin jê bi kurdî ne. Me we derxistin pêş, kerem bikin:

- "Çîroka Dayika Min"
"Çîroka Dayika Min" belgefîlmê Ziya Deger e û bi kurdî ye.
Belgefîlm çîroka jinek bi navê Zahide derdixe pêş. Zahîde dema 17 salî ye ligel zilamek 15 sal ji wê mezintir didin zewicandin, lê hê di şeş mehiya xwe de mêrê wê dimire. Zahide bi heml e û piştî çend mehan bi mirina mêrê xwe, zarok tîne dinê.
Xwişka Zahide jî piştî mêrê wê dimire bi birê mêrê xwe yê biçûk re dizewicînin. Zahîdeyê jî bi birê mêrê wê re dizewicînin. Her du xwişk heman qederê dijîn.
Derhêner Ziya Deger berê kamerayê daye vê meseleyê, bi vê re rewşa jinana tîne ziman.

"YİBO"
"YÎBO" tê wateya "Dibistanên Seretayî Yên Leylî yên Herêmî". Derhêner Şukran Demir, Ozgur Unal ew kişandiye. Di salên 1962'yan de bi awayekî fermî vedibin û di navbera 1962-2010'an de li bajarên cur bi cur dibin sedema asîmîlasyonê. Derhênera berê kamerayê daye vê meseleyê.

"Pirlerin Dugunu"
Belgefîlmê bi navê "Pîrlerîn Dugunu" ji aliyê Yalçin Çiftçi ve hatiye kişandin. Li Hewremanê kurd ji bo Pîr Şaliyar'î bibîr bînin her sal amadehiyê dikin. Belgefîlm berê xwe dide amadekariyên wan û wê rojê dikişine.

"Hîkayemîn Neresîndeyîm"
Belgefîlmê "Hîkayemîn Neresîndeyîm?" ji aliyê du derhênerên jin Nalin Acar û Adar Taş ve hatiye kişandin. Ew berê kamerayê didin jinên li du bajarên kurdan, rewşa wan, jiyan û pirsgirêkên wan tîne ziman.

"Fotografimizi Çekin"
"Fotografimizi Çekin" (Fotografê me bikişînin) belgefîlmê derhêner Aylin Kizil e. Derhêner piştî salan carek din berê xwe diden Saraykapî ya li nav Sûrên Amedê û paşeroj û îroyê dide ber hev. Belgefîlmê bi tirkî ye, bi jêrnivîsa kurdî tê pêşkêş kirin.

"Bu Yolun Herhangi Bir Yerinde"
"Bu Yolun Herhangi Bir Yerinde" (Hema li cihekê ya vê rêyê) belgefîlmê derhêner Ozlem Belçim Galip e. Ew bi xwe muzîkar e û koçber bûye, berê kameraya xwe dide jinên hunermend ên kurd ên koçber bûne. Evin Ahmad, Pervin Chakar, Zehra Dogan, Aya Jaff, Rojda Şekersoz mêvanên wê ne û eq belgefîlma xwe li ser wan saz dike.
 (ne kurdî lê mijar derhêner kurd)

3 BELGEFÎLMÊN BERKE BAŞ
Documentarist her sal ji hin derhêneran 3 belgefîlmên wan hildibijêre û bi navê "3x3" peşkeş dike. Documentaristê di vê çarçoveyê de du jê biyanî, yek jî ji Tirkiyeyê 3 kes hilbijartine. Ji Tirkiyeyê derhêner Berke Baş e.
Ji 3 belgefîlmê derhêner Berke Baş yek jî bi navê "Dargeçit" (Kerboran) e. Di sala 1995'an de li Kerboranê hin kurd tene binçavkirin û tene windakirin. Piştî 27 salan doz vedibe. Belgefîlm berê xwe dide vê bûyerê.
Belgefîlmê wê yê din "Transît" e. Ji bo koçê welatên Rojava bikin gelek kes dikevin rê. Ji van yekî ereb, yekî kurd, yekî nîjer rêya wan li Stenbolê digihe hev. Belgefîlm li ser wan hatiye kişandin.
Belgefîlmê din ê Baş jî "Nahide'nin Turkusu" (Strana Nahide) ye ku li ser malbateke ermen a li Orduya Tirkiyeyê demek jiyaye hatiye kişandin.

 

****

Nûçeya Eleqedar:

- Ji bo 9 rojan belgefîlm li benda temaşevan in

 

 

 

 

 

******************************
 

Ger hûn bixwazin alîkariya Diyarnameyê bikin:
ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:

LÎNKA 
Kreosus.com'ê bitikînin

LÎNKA
Patreon'ê bitikînin

 

 

***

KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ

 

**********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: 
x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

Parve Bike

Youtube Me

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 21 07 2026

Ji bo Festîvala Kurtefîlman dema serîlêdanê ye

news
  • 20 07 2026

Gelek hunermend beşdarî Festîvala Tetwanê dibin

news
  • 17 07 2026

Bernameya Festîvala Mûnzûrê eşkere bû

news
  • 17 07 2026

'Ceza', 'Odyssey' û yên din

news
  • 08 07 2026

Sînemagerên kurd biryarên nû girtin

news
  • 08 07 2026

Atolyeya Muzîkî a Geyrayoxe qeybî tûtan kewte rey

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Lîstikvanê salê: Ronaldo

ad

Dadgehê navê HEDEP’ê red kir

ad

Ji bo WhatsApp jî kurdî qebûl bike kurdiya wê bikar bînin

ad

Çîroka Newrozê hate nivîsandin

ad

Li ser 'Mîrîtiya Kurdan' dosyayek û gelek agahî

ad

Franz Beckenbauero efsanewî merd

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin

  • 19 07 2026
news

Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê

  • 19 07 2026
news

Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye

  • 19 07 2026
news

Yamalê ji teşta Messi derketî, Williamsê ji Çola Sehra hatî

  • 20 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname