EFRÎN - ANHA
Hate ragihandin ku artêşa Tirkiyê ev 2 rojin li ser sînorê Kantona Efrînê xendekan dikole.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê ji herêmê gitine, artêşa Tirk ev du roj in li gundê Sûciye yê girêdayî navçeya Reyhanli ya bajarê Hatay a Tirkiyê ku dikeve hemberî gundê Qemîtliq ê girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê dest bi kolandina xendekekan kiriye.
Hate gotin ku heta niha 3 kîlometre xendek hatiye kolan û ev xendek 3 metre fereh, 3 metre jî kûr in. Kolandina xendekan didome.


