Diyarname
Ji tîmên kurdan Amed Spor di Lîga 2'yemîn, tîmên din di Lîga 3'yemîn de ne. Me li ser reqîbên Amed sporê nûçe çêkiribû, niha em berê xwe didin tîmên kurdan ên di Lîga 3'yemîn de.
Di Lîga 3'yemîn de 3 kom hene, Koma 1'em, 2'yem û 3'yem. Maçên serdema 2016-2017'an ên Koma 3'yemîn roja 3'yê rezberê dest pê dikin. Vane tîmên kurdan û reqîbên van
Koma 1'emîn, Cîzre, Van BB
Di Lîga 3'yemîn Koma 1'emîn de ji tîmên kurdan tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê "Van BB" û Cîzre Sportê dikoşin. Îsal reqîbên wan 24 Erzîncan, Altay, Ankara Demir, Bayburt GOİDS, Beylerbeyi, Karabey BS, Çorum Belediye, Erzin Belediye, Golcuk, Kartal, Kizilboluk, Kocaeli, Kozan BLD, Kutahya, Manavgat, Sancaktepe Bld, Tekirdag.
Cîzre Spor yekemîn maça xwe li Karacabey Birlik Sporê dê bilîze. Van BB dê li Manavgatê bilîze.
Koma 2'yemîn, Batman Petrol, Dêrsim
Di Lîga 3'yemîn Koma 2'yemîn de ji tîmên kurdan Dêrsim Spor û Batman Petrol Spor hene. Îsal reqîbên wan Bodru BLD, Çatalca, Dardanel, Derince, Duzce, Erbaa, Hadide Edip Adivar, Kemer 2003, Kirikhan, Manisa BB, Pazar, Silivri, Tire, Turk Metal Kirikkale, Yeşil Bursa û Yomra spor in.
Batman Petrol Spor ji bo maça xwe ya yekemîn dê here Kirikhanê û Dêrsimspor maça xwe ya yekemîn li mala xwe dê ligel Kemersporê bilîze.
Koma 3'yemîn, Diyarbekir, Bingol
Di Lîga 3'yemîn Koma 3'yemîn de Diyarbekir û 12 Bîngol Spor hene. Reqîbên van îsal Afjet Afyon, Ankara Adliye, Bayrampaşa, Bergama, Darica Gençlerbirligi, Denizli BB, Duzyurt, Elezîz BLD, Maltepe, Mugla, Orhangazi, Payas, Sakarya, Sultanbeyli Bld, Tarsus İY, Ordu Spor.
Diyarbekir maça xwe ya yekemîn li mala xwe dê ligel Tarsus Îdman Yurdu Spor bilîze. 12 Bîngol Spor dêh ere Orhangaz spor.
**
Nûçeya eleqedar:
- Vaye fîkstura Lîga 2'yemîn ku Amed spor jî têde ye