Diyarname
Di roja duyemîn a Kûpaya Cîhanê 2022 Qatarê de ji aliyê golan ve rojek bi bereket bû. Di 3 maçan de tam 12 gol hatin avêtin. Îngilistanê ku yek ji favoriyan e 6 gol avêtin.
Îngilistanê xwe nîşan da
Maça yekem a îro di Koma B de di navbera Îngilistan û Îranê de bû. Îngilistan bi 6-2’yan bi ser ket û nîşan da ku ew yek ji favoriyên kûpayê ye.
Îngilistanê di nîveka yekemîn de 3 gol, nîveka duyemîn de 3 golên din avêtin. Di deqîqeya 35’an Jude Bellingham, deqîqeya 43’yan Bukayo Saka û deqîqeya 45’an Raheem Sterling li ser navê Îngilistanê gol avêtin. Di nîveka duyemîn deqîqeya 62’yan de Saka carek din derekt meyanê û ferq bû 4-0. Îngilistereyê di deqîqeya 71’ê de bi Marcus Rashford, deqîqeya 90’î de jî bi Jack Grealish encam diyar kir. Li ser navê Îranê deqîqeya 65’an de Mehdi Taremî golevk avêt. Taremî di kêliyên dawî de ji penaltiyê golek din avêt û maç bi vî awayî bi dawî bû.
DYA û Gallerê wekhevî xira nekirin
Di maça din a Koma B de DYA û Galler hatin hemberî hev. Galler piştî 64 salan yekem car beşdarî tûrnûvayê dibû û ev yek bo wan muhîm bû. Di maça li Stada Ahmed bin Ali de DYa di deqîqeya 36’an de bi Christian Pulisic derket pêş. Nîveka yekemîn wisa bi dawî bû. Gallerê di deqîqeya 80’ê de Gareth Bale ji penaltiyê li ser navê tîma xwe gol avêt. Ev yek ji bo her du tîman wekhevî anî. Bale bû 41 golî ku li ser navê welatê xwe diavêje. Di heman demê de piştî 64 salan ev bû gola yekemîn a Gallerê ku di tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê de tê avêtin.
Bi vê encamê di Koma B de Îngilistan xwedî 3 pûanan, DYA û Galler xwedî pûanek û Îran jî bê pûanan e.
Hollandî dereng hatin ser xwe
Di Koma A de duh Qatar û Ekvatorê dest pê kiribû, îro maça din di navbera Senegal û Hollandayê de bû. Nîveka yekemî bi 0-0’ê bi dawî bû. Di deqîqeya 84’an de Cody Mathes tîma Hollanda bi 1-0 derxist pêş. Di deqîqeya 90+9 de gotina dawî Davy Klaassen got û Hollandayê bi 2 golan 3 pûahn xistin bêrîka xwe.
Bi vê yekê di Koma A de Ekvator û Hollanda xwedî 3 pûanan, Qatar û Senegela bê pûanan in.
Di roja sêyemîn a tûrnûvayê de dê 4 maç hebin.