Diyarname
2'yemîn Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kurt ku ji aliyê Şaxa Egîtîm-Sena Batmanê ve tê li dar xistin dest pê kir. Kesên bixwazin heta 15'yê gelawêja 2012'yan dikarin berhemên xwe bigihînin ber destê komîteya amadekar.
Xwendekarên Zanîngeha Muglayê Şerzan Kurd di 12'yê gulana 2010'an de di nav pevçûna xwendekaran de ji aliyê polîsekî ve hatibû kuştin. Egîtîm-Sena Batmanê jî ji bo bîranîna Kurt par pêşbazî dabû dest pê kirin û îsal cara duyemîn vê pêşbaziyê li dar dixe.
Di nav desteya hilbijêr a beşa kurdî de pêşbaziyê de Ronî War, Dilawer Zeraq, Yaqob Tilermenî, Sîdar Jîr, Brahîm Ronîzêr, Omer KURT (Bavê Şerzan KURT e. Wê deng bikar neyne) hene û di beşa tirkî de jî Adnan Binyazar, Ayşe Sarisayin, Jaklin Çelik, Hasan Ozkiliç, Ozcan Karabulut û Nejla KURT (Diya Şerzan KURT. Wê deng bikar neyne) heye.
Ji bo kesên eleqedar şertên beşdariyê:
1. Berhemên ku tevlî pêşbaziyê bibin divê berî niha li tu deverê (wekî pirtûk, kovar, înternet hwd.) nehatibin weşandin.
2. Zimanê pêşbaziyê Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) û Tirkî ye. Ji bo her zimanekî wê xelatek bê dayîn, xelat nayê parvekirin.
3. Berhem divê bi 12 puntoyan hatibin nivîsandin.
4. Kesên ku tevlî pêşbaziyê bibin divê kurtejiyana xwe, navnîşana xwe 7 qopiyayên çîrokên xwe bigihînin ber destê komîteya amadekar. Dema dawî ya tevlîbûnê 15'ê Gelawêjê 2012 e.
5. Piştî ku encama XELATA ÇÎROKAN A ŞERZAN KURT A 2'yemîn eşkere bû, dê berhemên ku jûriyê maqûl dîtine wekî pirtûkekê bên weşandin. Kesên ku tevlî pêşbaziyê bibin vê xalê dipejirînin.
6. Encamên pêşbaziyê wê bi rêya çapemeniyê bên eşkere kirin û xelat di 8ê berfanbara, di rojbûna ŞERZAN KURT de digel bernameyekê werin dayîn.
7. Xelat, peykerekê ku bi taybetî hatiye çêkirin e. Xelat wekî pere nayê dayîn.
Navnîşan: Bahçeliecler Mah. 1602. Sok. Bulvar İş Merkezi Kat 1 No 2 BATMAN
Tel: 0488 214 63 52
serzankurt2011@gmail.com