Diyarname
Bi barîna baranê ya duh bi şev re piştî mehekê carek din li Hewlêrê lehî rabî û zirar çêbû.
Duh bi şev li Hewlêrê baran xweş barî, lehî rabû, gelek cih di bin lehiyê de ma, li gelek cihan rê jî hat girti. Hat dîtin ku gelek ereben di nav lehiyê de, di nav avê de man, noqav bûn.
Waliyê Hewlêrê Umîd Xoşnav ragihand ku ji ber lehiyê dibistan ji bo rojek hatine betalkirin.
Herî dawî roja 17'ê meha borî li Hewlêrê lehî rabûbû, ligel çêbûna zirareke mezin a madî, 15 kesî jî canê xwe ji dest dabû.


