Diyarname
Siyasetmedar Hatip Dicle ku ji bo îfadeya wî bigirin ji girtîgehê anîn Lijneya Hilbiartinê ya Amedê, wî îfade da.
Li vê derê Dîcle îfade da dadgeh Omer Hakan BaÅŸtimar û ji bo nirxandineke fireh bike xwest çend roj demê ji bo wî veqetînin.
Dîcle li vê derê, biryara dadgehê ku ev cezagirtina wî ya dawî daye ber li girtîgehê mayîna wî ya ji vê doza KCK'ê qebûl nekir û got ku ew di doza DEP'ê de 4 sal û nîv zêde li girtîgehê maye û xwest ku ev cezaya sal û 8 meh ku niha daye ji wê derê bê daxistin.
Ji bo li ser vê meseleyê nirxandineke baÅŸ bike jî xwest dem bidin wî û ew careke din bê vê derê îfadeyê bide.
Di vê navberê de Dicle ku berê bi kelebçe dianîn dadgehê, vê carê hat dîtin ku destê wî ne kelebçekirî ne û ew wisa anîne dadgehê.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Hatip Dicle anîn Lijneya Hilbijartina Amedê
- Hatip Dicle dê bikaribe bibe mebûs