Diyarname
Saziya Kurdşop yek ji saziyên ku di warê pêşxistina zimanê kurdî de kar dike bi daxuyanieke ragihand ku ewê her sal di roja girtina mamostaya zimanê turdî Zara Mihemedî xelata bi navê "Xelata Zana Mihemedî" belav bike.
Mamoste Zara Mihemedî li bajarê Sine ji ber zarokan fêrî kurdî bike ders dabû û li ser vê yekê Dadgeha Îranê 5 sal cezayê hepsê lê birî bû. 8'ê vê mehê Mihemedî xatir ji malbata xwe xwest û ket girtîgeha. Ew niha li Girtîgeha Sineyê ye.
Îro Saziya Kurdşopê bi daxuyaniyeke ragihand ku ew dê li ser navê Mihemedî xelatê bide. Li gor nûçeya Rojnewsê saziyê di daxuyaniya xwe de wisa gotiye, "Cezakirina Zara, ispata dewama siyaseta desthilatdarên Îranê ya ji bo bêdengkirina neteweya kurd e. Emê xwedî li Zara Mihemedî derkevin, her sal wê roja 8’ê Çileyê (Rêbendan) bi navê Zara xelat pêşkêşî wanebêj û çalakvanên zimanê kurdî werin kirin."
Saziya Kurdşop di sala 2021’an de hatiye damezrandin, yek ji wan saziyên ku ji bo pêşxistina zimanê kurdî kar dike û girîngiyê dide zimane.


