KERKÛK
Li Kerkûkê cara yekemîn e pêşangehek taybet a pirtûkan ku bi tevlîbûna 15 dezgeh û çapxaneyan hate vekirin.
Li Kerkûkê bi pêşengiya reşenbîran li Peymangeha Ilim a li taxa Îskanê pêşangeheke taybet a pirtûkan hat vekirin.
Pêşangeh 4 rojan wê vekirî be û 15 dezgeh û çapxane tevlî bûne. Di pêşangehê de 2 hezar û 500 pirtûkên cuda yên bi zimanê kurdî û erebî hene. Pêşangeh rastî eleqeyek mezin ya xwîneran hat. Amadekarên pêşangehê dibêjin ku ew dixwazin di salên bê de li Kerkûkê pêşangeheke navneteweyî vekin.
Rojnews
***
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com



.jpg)