Diyarname
Li rojavayê Kurdistanê rêxistina ku hemû kurdan temsîl dike Konseya Bilind a Kurd e. Niha heyeteke konseyê çû Moskovayê.
Wezareta Karên Derve a Rusyayê bi awayekî fermî Konseya Bilind a Kurd vexwend Moskovayê. Heyekete ji konseyê ku ji Salih Muslim, Sînem Mihemed, Ehmed Silêman, Îsmaîl Heme û Siûd Melle pêk dihat li ser vê vexwendinê roja 2'yê mehê saet 09.00'an de ji balafirgehê Hewlerê ber bi Moskovayê ve ket rê.
Di demek ku bi her awayî li ser Sûriyê nîqaş têne kirin de ev gaveke balkêş e ku wezareta Rus avêtiye. Heyet di hevdîtina bi wezaretê de dê li ser rewşa Sûriyê û rojavayê Kurdistanê biaxive. Her wiha tiştên ku dê li Cenevreyê bêne axivîn, beşdariya kurdan ya konferansa aştiyê ya Sûriyê û mijarên wisa dê bibin mijara gotûbêjkirina heyet û wezaretê.
Wekî notek: Konseya Bilind a Kurd di tîrmeha 2012'yan de hatibû avakirin û hemû partiyên li rojavayê Kurdistanê têde cih digirin. Lê di van demên dawî de hin partî dikin ku jê vekişin, yan jî xwe tevî nakin. Dîsa jî konsey di asta temsîlkirin û birêvebirina rojava de ye.