Diyarname
Di nav înternetê de gelek komên mailan hene. Yek ji wan koman niha ji bo Balafirgeha Amedê kampanyaya îmzeyan da dest pê kirin.
Di nav înternetê de gelek komên mailan hene. Yek ji wan koman jî Koma Yahooyê ya Diyarbekirê ye. Ev kom zêdetir li ser Amedê tiştinan diweşîne lê gelek caran derdikeve derveyî rêgeza xwe lê dîsa jî tiştinên girîng diweşîne. Komê niha kampanyayeke îmzeyan daye dest pê kirin.
Di metna îmzeyan de kom dixwaze Balafirgeha Amedê ji bo firînên navneteweyî bêne vekirin, rewşa wê ya li hundir bê başkirin. Di metna ku ji bo îmzekirinê hatiye amadekirin de ji mebûsên Amedê û rayedarên Amedê re hatiye gotin ku "hûn ji beşa VÎP'ê derbas dibin, haya we ji beşên din ê balafirgehê nîn e." Di metnê de hatiye xwestin ku ew rojekê ji VÎP'ê derbas nebin, ji cihê normal derbas bibin wê rewşa balafirgehê bibînin. Ji bo vê yekê jî kampanya dane dest pê kirin. Edîtorên komê dibêjin ku mehekê wê ev kampanya mehekê bidome. Piştî berhevkirina îmzeyan wê wan îmzeyan ji mebûsên Amedê Mehdi Eker, Selahattin Demirtaş, Îhsan Arslan, Akin Birdal, Osman Aslan, Kutbettin Arzu, Gultan Kişanak, Ali İhman Merdanoglu, Aysel Tugluk, Abdurrahman Kurt, ji waliyê Amedê Huseyin Avni Mutlu, Serleşkerê Baregeha Hewayê ya 2'eymîn Taktîkê Akin Ozturk re bişînin.
Heta niha nêzî 250 îmze ji endamên wan hatine berhevkirin û kampanyaya berhevkirina îmzeyan didome.