Diyarname
Îro Roja Dil a Dinyayê ye. Federasyona Dil a Dinyayê ji sala 2000'î ve vê rojê pîroz dike. Ji bo parastina dil li seranserê dinyayê çalakî têne li dar xistin, hişyarî têne kirin.
Li gor îstatîstîkên TKD'ê (Turk Kardiyolojî Dernegi - Komeleya Kardiyolojî ya Tirk) her sal ji ber KVH'ê (Nexweşiyên dil û nexweşiyên ku kandiyovaskuler di nav de ne) li danyayê 17,3 mîlyon kes dimirin. Texmîn ew e ku di sala 2030'î de ev hejmar dê derkeve 23 mîlyonî. Li Tirkiyeyê jî her sal 300 hezar kes bi qeyrana dil dikevin, ji van 125 hezar kes dimirin.
Xurekên nebaş, şekir, xwê, rûnê trans, cixare, alkol dike ku mirov bi nexweşiya dil bikevin û encam jî ber bi mirinê ve bibe.
Nexweşiyên dil û rehan herî zêde bi vî awayî xwe nîşan didin: Êşa sing (Angina Pektoris), nefes negirtin, zêde lêdana dil, ji ser xwe ve çûyîn, nîşaneyên êşa organek ku ji ber rehên hatine girtin dertê holê (Mînak dema rehên çîpên mirov bêne girtin di çîpan de pirsgirêk, cemidîn, tevizîn û ji quwet ketin).
Ji bo dil û rehan tiştên ku mirov hay jê hebe jî ev in:
- Xwarinên bi tendurist bixwin.
- Bi awayekî bi pergal spor bikin.
- Cixare û tiştên bi titûnê re eleqedar bikar neynin.
- Alkolê venexwin.
- Rewşa kardiyovaskuler a bedenê we çi ye, hîn bibe.
- Li rewşa xwe binêrin ku kîloyên we zêde ne yan na, yan jî hûn obez in an na.
- Xwîna we çawa diavêje, wê hîn bibin.
- Rewşa xwîna we ya ya şekir hîn bibin.
- Lîdîpên dil hîn bibin.
- Di warê jiyaneke bi tendurist de guh bidin pêşniyarên doktoran.
Têbinî: Ev agahî me ji malpera TKD, Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê û ji ajansan dan hev.


