Kampa BDP'ê û Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ya ji bo nexşerêya pêşerojê diyar bikin û 4 rojan berdewam bike li Wanê dest pê kir. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk, ku beşdarî kampê bû, diyar kir ku Xweseriya Demokratîk biryara kongreyê ye û nayê nîqaşkirin.
Kampa mebûsan li Otela Merîtê dest pê kir. Di kampê de mebûsên BDP'ê Leyla Zana, Murat Bozlak, Erol Dora, Ertugrul Kurkçu, Altan Tan, Esat Canan, Gultan Kişanak, Selahattîn Demîrtaş, Sirri Surreya Onder, Hasîp Kaplan, Ayla Akat Ata, Nursel Aydogan, Pervîn Buldan, Nazmî Gur, Îbrahîm Bînîcî, Adîl Kurt, Sebahat Tuncel, Sirrı Sakik, Demîr Çelîk, Halîl Aksoy, Husamettîn Zenderlîoglu, Ozdal Uçer, Bengî Yildiz, Ahmet Turk û Aysel Tugluk amade bûn.
Çapemeniyê eleqeyeke mezin nîşanî kampê da. Berî kampê Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk pirsên rojnamegeran bersivand û got ku biryara Xweseriya Demokratîk nayê nîqaşkirin. Turk, diyar kir ku ew dê hem pêvajoya siyasî û hem jî bername û plansaziya pêşerojê nîqaş bikin û nexşerêyê diyar bikin.
Turk, pirsa rojnamegeran a "Heta dawiya kampê qedexeya axaftinê heye?" bersivand û diyar kir ku ev pêvajoyek hesas e û wiha got: "Ji ber vê yekê li ser navê komê kesek bixive baştir dibe."
Turk, pirsa "Aysel Tugluk got xwezî me di wê demê de biryar aşkere nekira" jî bersivand û got "Biryara Xweseriya Demokratîk biryara kongreyê ye nayê nîqaşkirin."