Diyarname
Ji Tirkiyeyê 5 fîlm hene. 4 jî ji derveyî Tirkiyeyê hatine. Vê hefteyê 9 fîlm ketin vîzyonê. Ji nav van em "Best Sellers"ê derdixin pêş.
Fîlmê "Best Sellers" (Yê pir tê firotin) ji aliyê derhêner Lina Roessler ve hatiye kişandin. Fîlmê ku bi mijara xwe balkêş e lîstikvan Michael Caine, Aubrey Plaza, Scott Speedman û Cary Elwes têde dilîzin.
Lucy Stanbridge edîtoreke xwîngerm e ku karê weşangeriyê yê bavê xwe girtiye ser milên xwe. Ew pirtûk ciwanan çap dike û bi vê jî weşanxane ber bi têkçûnê ve diçe. Wekî çareya dawî peymaneke kevn a tozgirtî dibîne: Harris Shaw ê ku bi salan berê weşanxane navdar kiriye pirtûkek deyndarê weşanxaneyê ye. Harris ê extiyar û serxweş ku êdî ketiye înzîvayê ligel Lucy Stanbridge dê derkevin tûrneyeke ecêb a pirtûkan.
Va ne hemû fîlmên vê hefteyê:
- Stillwater / Derhêner Tom McCarthy
- Z / Derhêner Brandon Christensen
- Black Box / Derhêner Yann Gozlan
- Best Sellers / Derhêner Lina Roessler
- Elli Kelimelik Mektuplar / Derhêner Emir Khalitzadeh
- Baturalp: Ah Be Abii / Derhêner Gokhan Aksu
- Suveyda / Derhenêr Mesut Uçakan
- Sir-Ayet: Olu Dogan / Derhêner Gunay Gunaydin
- İnsanlar İkiye Ayrilir / Derhêner Tunç Şahin
"Best Sellers" fragman:


