Diyarname
Di bin navê operasyona "KCK"ê de Gerînendeyê Weşanê yê berê yê Azadiya Welat Tayyip Temel jî têde 18 kes bi îdîaya "endamên rêxistinê" ne hatin tewqîfkirin.
Rojnameger Temel roja 3'yê vê mehê li Ofîsa Amedê hatibû binçavkirin. Duh Temel derxistin dadgeha nobedar û dadgehê biryara tewqîfkirina Temel da.
Digel Temel, Şaredara Dêrikê û endama Lijneya Kordînasyona KCD'ê Çaglar Demirel, Cîgirê Hevserokên BDP'ê Erkan Pişkin, Saymanê Giştî yê BDP'ê Abdullah Bozkoyun, Cîgirê Sayman Salih Yildiz, ji Meclisa Jinên BDP'ê Fatma Kaşan, Cîgirê Serokê BDP'a Amedê Mehmet Aksunger, rêveberên bajêr Ahmet İlan, Nesip Gultekin, Mehmet Guzel û rêveberê berê yê bajêr Resul Erkaplan hatin tewqîfkirin.
***
Nûçeya eleqedar: