Diyarname
Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş ku ev salek e girtî ye, bi 9 sal û 9 meh cezayê hepsê hat cezakirin.
Danişîna Karakaş li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê li dar ket. Karakaş neanîn dadgehê û ew ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê bi SEGBÎS’ê beşdar bû. Karakaş bi "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin.
Karakaş îdîayên li ser wî red kir û got: “Ez rojnameger im. Kesên ku derbarê min de îfade dane, ji bo ku xwe xelas bikin, bêbextiyê li min dikin. Di vê dozê de, xebatên rojnamegeriyê tên darizandin. Ez van sûca red dikim. Berdan û beraeta xwe dixwazim.”
Parêzerê Karakaş ê bi navê Tugay Bek ku di danişînê de amade bû parastin kir. Bek diyar kir ku muwekîlê wî rojnameger e, ne endamê tu rêxistinê ye û beraeta wî xwest.
Di dawiyê de dager 9 sal û 9 meh cezayê hepsê li rojnameger Karakaş birî.