Diyarname
Li Amedê roja 8’ê mehê di bin navê “Hewldana Yekîtiya Perwerdekarên Kurdistanê” de civînek bi beşdariya gelek kesî li salona Odeya Mihasîbên Serbest û Mişawirên Darayî hat lidar xistin. Axaftina destpêkê ya civînê ji aliyê Seîd Veroj ve hate kirin ku ew jî yek ji rêveberên hewldanê ye. Veroj li ser sedemên ku ew çima di nav lêgerîneke wiha de ne sekinî û got ku pêwistî bi rêxistineke perwerdekaran a bikaribe bi hestên kurdistanî tevbigere û wekî armanceke sereke daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî bike, heye.
Veroj, di berdewamiya axaftina xwe de got ku wan ji adara 2014’an û vir dest bi xebatan kiriye û çendin civîn lidarxistine, piştî van civînan jî biryar dane ku di vê civînê de şêweyê xwebirêxistinkirinê bigihîjînin encamekê.
Perwerdekarên ku beşdarî civînê bûn dîtinên xwe anîn ziman. Di axaftin û pêşniyarên beşdarên civînê de du modelên xwebirêxistinkirinê derketin pêş. Ji wan pêşniyaran yek ew bû ku perwerdekarên Kurdistanê di nav komeleyan de xwebirêxistin bikin û pêşniyara din jî bila hewladana perwerdekarên Kurdistanê wekî tevgerek bimîne, bû.
Di dawiya gengeşiyên li ser van her du modelan de, beşdarên civînê lihevkirin ku ev hewldana perwerdekaran ji bo kamilkirin û geşkirina vê pêvajoyê heta demekê din jî wekî Hewldana Yekîtiya Perwerdekaran karên xwe bidomîne û paşê li gor rewş, hêz û daxwaza beşdaran ger pêwîst be dezgehekî din bê avakirin.
Di dawiya civînê de lijneyek ku ji neh kesan pêk tê hate hilbijartin. Dê ev lijne bikaribe têkiliyan ligel perwerdekaran û saziyên din deyne, xebatên ku pêwîst dibîne lidarbixe û civînan bi piştgirên Yekîtiya Perwerdekarên Kurdistanê re lidarbixe, cihekî ku lê xebatên xwe bimeşînin bibîne û ji xwe re budçeyekê çêbike.