Diyarname
Li Fûara Pirtûkan a Wanê îro polîsan bi ser Standa Weşanên Aram de girt û dest danîn ser hin pirtûkan.
2'yemîn Fûara Pirtûkan a Wanê roja 22'yê mehê bi beşdariya Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya û Hatice Çoban, Mebûsê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, sosyolog Îsmaîl Beşîkçî û gelek kesên din hat vekirin. Duh tu pirsgirêk li fûarê derneketin lê îro polîsan bi ser Standa Weşanên Aramê de girt û dest danîn ser hin pirtûkan. Polîsan bi îdîa der barê pirtûka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan "Bir Halki Savunmak", pirtûka li ser jiyana Sakine Cansiz "Hep Kavgaydi Yaşamim II" û pirtûka Murat Turk "Bogurtlen Zamani" de biryara berhevkirinê heye ew girtin birin lê li ser vê tu biryara berhevkirina dadgehê nîşan nedan. Li standê 180 pirtûkên ji van her sê pirtûkan hatin desteserkirin. Xebatkarê Weşanên Aramê Nadir Yildirim ji bo îfadeyên wî bigirin birin emniyetê.
Fûara Pirtûkan a Wanê ku îsal bi diruşma "Bi Pirtûkan re Aştî" li dar dikeve, li dor 100 weşanxane beşdar dibin.
**
Nûçeya eleqedar:
- Pirtûkên kurdî li Wanê kon vedidin