Diyarname
Îro roja 3'yan bû ku Euro 2020 didome. Ji sê maçên îro maça dawî di navbera Hollanda û Ûkraynayê de bû û Hollandayê got surprîz nîn e.
Heta niha 4 maç hatine lîstin, di maçên din de jî 3 gol hebûn lê wekî vê maça Hollanda û Ûkraynayê ne bi heyecan bûn, ne bi coş bûn.
Maça Koma C li Amsterdamê, li Stara Joıhan Cruyff Arenayê hat lîstin. Di nîveka yekemîn a maçê de jî heyecan hebû lê heyecana mezin di nîveka duyemîn de bû. Di deqîqeya 52'yan de Hollanda bi Wijnaldum bi 1-0 derket pêş. Di deqîqeya 58'an de Dumfries vê carê gog ajot û ew gihand Weghorst. Weghorst encam anî 2-0 û hinek aramî da Hollandayê. Lê Ûkraynaya di ben rêveberiya teknîk dîrektor Andriy Shevchenko pes nedikir. Pêşî di deqîqeya 75'an de Stekelenburg ji derveyî sehaya pêş qelehê bi şûtek mikemel golek avêt û hêvî da tîma xwe. Di deqîqeya 79'an de vê carê Yaremchuk bi serê xwe gog di nav fîleyan de çikand û got em hene. Lê Hollanda ku nedixwest dest jê berde, di deqîqeya 85'an de bi gola Ake encam diyar kir: 3-2.
Bi vê encamê di Koma C de Avusturya (nava rojê Makedonyaya Bakur têk biribû) û Hollanda xwedî sê pûanan in.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Avusturya di dîroka xwe de yekem car bi ser ket


