Berfîn HUSEYNÎ
Leqat romaneke weha ye ku ji gelek hêlan ve bal kişandiye û ji aliyê gelek kesan ve li ser hatiye nivîsandin e. Ez ê jî hewl bidim li ser çend xalên ku bala min kişandine bisekinim û bi sernavê Leqat Li Dû Leqatê, wekî du beşan binirxînim.
Roman 180 rûpel e û ji 7 beşan pêk tê. Di çar beşan de leheng mêr e, di sê beşan de jî jin e. Em ji devê lehengên mêr rewşa siyasî ya kurdan hîn dibin, ji lehengên jin jî zêdetirîn rewşa aborî û civakî hîn dibin ku baviksalariyê û desthilatdariya mêr û kevneşopiyê, wek kêndir xwe li qirika jinê şidandiye.
Wekî teknîk taybetiyeke romanê ya din jî her heft beş jî di nav xwe de dibin du beş. Di nav van beşan de beşên ewil vegêr şexsê sêyem (îlahî) e. Vegêrê Îlahî leheng, cî û dema ku leheng tê de dijî bi me dide nasandin. Em ewil leheng ji devê yekê din nas dikin, li ser dibin xwedî agahiyan. Paşê di beşa duyem de vegêr dibe leheng bixwe, pêşî xwe dide naskirin û bi awayekî flaşbek dest bi vegotinê dike.
Digel ku ji aliyê rastnivîs û tewangê ve şaşî hene jî mirov dikare bêje ji aliyê zimên ve serkeftî ye, bi kurmanciyeke xwerû û zelal hatiye nivîsîn. Her kesê ku bixwaze kurdî bixwîne di kîjan astê de be jî dikare bi rihetî bixwîne û têbigihîje.
Di romanê de cî û dema ku bûyer lê derbas dibe diyar e. Cî navenda Amedê, navçe û gundên Amedê Karaz, Hewrê, Tilelo, Farqîn, Quvecix in...
Zemanê romanê ji serhildana Şêx Seîd dest pê dike û tê heta roja me.
Mijar jî, çendîn mijarê cî dabe serhildana Şêx Seîd jî lê mijara bingehîn ne serhildana Şêx Seîd e. Jiyana Hesê Karazî ye ku ew bixwe tevlî serhildanê bûye. Nivîskar bi lehengê navê Hesê Karazî û neviyên wî -ku nifş bi nifş, yek bi yek ew jî dibin lehengên romanê - nîşan dide ku kesên tevlî serhildanê bûne û sax mane çawa xweziya xwe bi mirinê tînin, emrê wan ê mayî ji ber zilm û zordariya romê çawa vediguhere çîrokeke tirsê, revê, xweveşartinê, êş û eleman. Ji bilî vê di beşa yekem û di hinek beşên din de gava em ji vegêr ku leheng bixwe ye, serhildana Şêx Seîdî hîn dibin ev yek balê dikişîne: Digel ku qala kesayetek û serhildanek dîrokî dike zêde serkî, belawela û bi valahiyan tije ye. Qala serhildana Şêx Seîd dike lê Şêx Seîd tê de tune ye. Behsa mêrxasiya çend kesên sereke, behsa zilm û hovitiya romê dike lê valahî û şêlobûn di nav de zêde ne.
Vegêr serhildanê wekî armanc ji hev diqetîne û di nav xwe de dike du beş .
1- Kesên ku cahîl in, nezanin ji hişmendiya neteweyî dûr in, bo dîn û îmanê şer dikin
2- Kesên ku xwediyê hişmendiya neteweyî ne û bo azadiya welêt şer dikin
"Di nav me de, mirovên cahil û nezan gelek zêde bûn, lê gelek mirovên zana û serwext jî hebûn. Dizanibûn ku şer ji bo azadiya kurdan û xelaskirina welat e. Dizanibûn şerê man û nemanê ye, bi dil û can şer dikirin. Helbet hemû ne wisa bûn, yên bi qeweta dîn û îmanê şer dikirin jî hebûn. Ew gelek zêde bûn û bi taybetî jî murîdê mala şêx bûn.Ji bo şerha Mihemed xwe serserkî diavêtin nav agir." (Leqat,r. 24)
Di dabeşkirina van her du xalan de heçko derbarê Şêx Seîd û Fehmî Bîlal de muqeyeseyek veşartî heye. Ne ku rasterast Şêx Seîd lê mîna ku di jêgirtina jor de jî diyar dibe, yên ku li hêla wî ne, hevalên wî ne, mirîdên wî ne, ji aliyê hişmendiyê ve qels in, feodal in, bo dîn, bo Mihemed şer dikin; Lê F. Bîlal jî biaqil, zana û pêşketî ye û rê nîşanî wan dide. Wekî mînak:
“Mêze dike hemû giregirên dora Şêx bi şaşik û çefî ne, lê Fehmî Bîlal ji wan gelek cuda ye. Celîlê Xerzî digot; Fehmî Bîlal her tim qatek cilên reş li xwe dikir. Qutikê bin êlegê wî her tim spî bû. Wekî din jî tiştekî wek hefsarê kerê ku jê ra digotin kravat li stûyê xwe girê dida.Fotêleke wek a ecnebîyan li serê wî bû(...) Mirov digot qey ne ji vî welatî,ne ji vî erdî ye.Ji min re pir baqil û zana xuya kir (...)
Cara pêşîn bû ku min mirovekî wisa zana didît. Haya wî ji her ehwalê cîhanê hebû .”(r.45)
Ji ber ku em di romanê de ji bilî vê beşê bi awayekî eşkere, ber bi çav pêrgî teswîra cil û bergên lehengan nayên, ev yek gumanek bi me re çêdike. Gelo vegêr bi teswîra cil û bergên wan jî dixwaze bi me bide zanîn ku cudahî di navbera wan da heye? Cudahiya hişmendî, zanîn an jî nezanînê bandora xwe li cilê wan jî kiriye, xwe ji cil û bergên wan jî dide der. Hêla Şêx Seîd bi şaşik û çefî ne, nezan in, ji aliyê hişmendiya neteweyî ve qels in, bo dîn û îmanê şer dikin lê hêla din, mîna ku ji cilên F. Bîlal jî tê fahmkirin ji wan cuda ye, zana ye, di ser ên din re ye. Heta ew qas zana, ew qas pêşketiye mîna ku ne ji vî welatî be jî. Ew cil û berg, ew zanabûna wî li vî welatî nayê.
Di her çar beşên ku leheng cuda ne de jî em pêrgî heman tiştî tên: Heyraneyek bo F. Bîlal heye û nifş bi nifş, beş bi beş pesnê F. Bîlal tê dayîn, zanebûn û şarezabûna wî tê gotin.
“Xwezî careke din derfet çêbûbûya û min mirovên wek F.Bîlal nas bikirana. Di vî emrê kin de min ronahîya mejîyê xwe zêde bikira û paşê wek mûmekê,min ronahî bida derdora xwe û di nav gelê xwe da bihelîyama.”Ji beşa Hesê Karazî.
“Wek Fehmîyê Bîlal jî tim gotiye, ji bo vê meselê zanîn û sîyaset lazim e. Bi ço û tifingê êdî maf bi dest nakevin.” Ji beşa Cemîl ê ku lawê Hesê Karazî ye.
“Zanîna wî wek rûnê di nav meşkê da bi ser dew bikeve,her tim bi ser diket.Loma me hemûyan bi baldarî guhdarîya wî dikir.” (r.157) Ji beşa Hesen (Hesê) ku neviyê Hesê Karazî ye.
“Û li ber kêla Hesê Karazî min sond xwar,ez ê teqez rojekê li Meydana Derê Çîyê peykerê Fehmîyê Bîlal deynim. Ji bo bajarê min ê qedîm di bin şewqa zanîna wî de her tim ronî bibe .” (r.179) Ji beşa Hêja Cemîl ku kurê neviyê Hesê Karazî ye.
Dixwaze li der û dora qada ku Şêx Seîd lê hatiye daleqandin peykerê F. Bîlal deyne. Çima F. Bîlal jî di nav de, ne peykerê Şêx Seîd û hevalên wî lê bi tenê peykerê F. Bîlal?
Tim xwestiyê balê bikişîne ser F. Bîlal, zanîna wî û bandora wî.
Her çiqas rasterast navê Şêx Seîd nede û qesta wî ne Şêx Seîd bi xwe be jî ew qas pesindayîna F. Bîlal me di dabeşkirina ewil de mafdar derdixe û miqeyeseyek jixweber di nav her du hêlan-ên bo dîn û yên bo welatê xwe şer dikin de derdixe holê. Mirov dibêje qey têkçûna li dijî dewletê bi vê yekê ve jî girêdayî ye. Yanî ev jî dibe yek ji sedemên girîng ên têkçûnê.
“Bêhna wî (Fehmî Bîlal) gelekî fireh bû.Ji pirsan qet acizî nedikir. Herkesî gelekî qedrê wî digirt. Katib bû, karûbarê Şêx Efendî dimeşand. Her tim ji hinekan re name dinivîsî. Konê me nêzî konê Şêx bû, her ku hewce bikira gazî wî dikir. Piraniya dema xwe li konê Şêx derbas dikir. Lê paşê çi bû nizanim. Rojekê piştî ku çû bi Şêx Efendî re xeber da hat go 'Celal alavên min bide ser hev ez diçim. Ez nikarim bi wan bidim famkirin. Heke bi wî awayî bidomînin têkçûneke mezin li pêşîya me ye. Wê Kurd careke din di bin lingan de herin, berpirsiyarîya wê pir giran e. Naxwazim vê qetlîamê li ber çavên xwe bibînim.' û serê sibê zû, li hespê xwe siwar bû, berê xwe da Farqînê.”(r.45-46)
Di vir de jî dîsa dubendiyek, cudahiyeka fikrî derdikeve pêş û bi hevokek kin be jî, bi xeyidandinê be jî em di nav romanê de carekê dengê F.Bîlal dibihîzin lê Şêx Seîd, dengî wî nayê me. F.Bîlal mîna ku ji cilên xwe, ji kravata xwe jî diyar e, zana, modern û pêşketî ye, rê nîşanî wan dide lê hêla din bi şaşik û kefî ne, ji zanînê dûr in, cahil in û ji heq dernakevin, loma dû re em dibin şahid ku piştî zanîn -Fehmî Bîlal- diçe serhildan jî têk diçe. Ev yek jî xwe li binhişê me dipelîne û hişê me dibe dîroka fermî ya serdestan ku bi salan vê serhildanê wekî amûreke bo avdana mêjiyê me zarokên kurdan bi kar tînin: Serhildanek dînî bû, paşverû bû, armanca wan şerîet bû û hwd.
“Têkildarî vê raperînê, tezên ku mêtinger pê rojevê germ dihêlin her bi wê armancê ne ku ev tez di nav kurdan de bibin eger û alavên bigewdekirina wê hişmendiya (paşverû, dijraberiya nûjeniyê, ji yekrêziya netewî bêpar mayînê û hwd.
Her çend ev raperîna kurdan a ku mêtinger daîm wateyên negatîf lê bar dikin û daîm hewl didin bi awayekî domdar wê di bîra kurdan de wekî "raperîna îrtîcaî û paşverû" zindî bihêlin jî, çendîn ew ji bo berxwedanên kurdan ên vê sedsalê nirxeke moralî/sincî jî be, lê li ser mijara ‘gelo reng û naverokeke neteweyî ya vê raperînê heye yan na‘ di nava kurdan de bîr û boçûnên cihêreng û dubendî dihêle.”
Mîna ku Zozan Goyî (2) jî diyar dike, ev dubendî ev îxtilaf tim hebûye û em dibînin ku edebîyat jî jê bêpar nemaye û di Leqatê de jî serhildan dualî hatiye nîşandan. Ji hêlekê ve nezanî, şerê dîn û îmanê yê ji hişmendiya neteweyî dûr xuya dike, ji hela din ve zana, pêşbîn, rênîşandar… Ji nelihevkirina F.Bîlal û Şêx Seîd jî em têdigihîn ku jixwe ev îxtilaf di nav kesayetên tevgerê de jî hebûye. Ji bilî van agahiyan ku bi salan me jixwe li dibistanê dîtibûn, -Şêx,Mela, Dînî -agahiyek an jî têgihiştinek cuda, berfirehtir tune ye ku wekî hêzeka edebî xwe li binhişê me bilefîne û dîwarê ku ji aliyê dîroka fermî ve (ku hê jî di mufredata perwerdeya fermî de cî digire) li dor hişê me hatiye honandin hilweşîne, dilê me ji wê şikê paqij bike. Roman behsa problemekê, nelihevkirinekê dike lê danakeve kûrahiya wê û behs nake ka di navbera Şêx Seîd û F. Bîlal de çi bû, çi qewimî mesele çi bû ku F.Bîlal rabû xeyîdî çû. Dengê Şêx Seîd nayê me, bi rastî jî em nizanin ka yê mafdar F.Bîlal e yan Şêx Seîd e? Cudahiya mezin a di navbera fikrên wan da çi bû ku F.Bîlal dixeyîde û diçe. Dîsa mîna ku Zozan Goyî (3) jî dipeyîtîne "Agahiyên li ser muhtewa, faîl û sedemên serhildana Şêx Seîd bi piranî bi çarçoveya ku mêtingar xêz kiriye ve sînordar mane ..."
Kesayetek û bûyereke dîrokî ya ku roman li ser ava bibe dibe bingeh lê mîna ku bûyerek gelek ji rêzê be, çend kes an jî kom hema wiha bi serê xwe, bi ecemîtî û bê dîsîplîn li dora sûr û bedenên Amedê nobedariyê dikin, li bendê ne ku alîkarî ji hundir bê, pê bikaribin bikevin hundir, tê vegotin û wiha ji rêzê dom dike; piştî ku axa, beg û kesên ku soza alikariyê dane poşman dibin û birçîbûnî jî zorê dide wan Şêx Seîd jî di nav de kesên ku serî hildane jî poşman dibin û her yek bi aliyekî ve diçe.
"Piştî ku hêvîya eskerên wî şikîya û ji ber birçîbûnê qefle bi qefle belav bûn, Şêx Efendî jî fam kir ku êdî nikarin bi ser bikevin. Ew jî bi hevalên xwe yên nêz şêwirî û rojekê konê xwe da hev û berê xwe da bakur (...) Piştî birêketina wî hemû komên şervanan ên li derdora bedenên Diyarbekirê dev ji şer berdan û ber bi çiyayên bakur ve sûrikîn."(r.26)
Lê dû re jî ji devê van komên ku belav bûne û rastî komeke din tên em pê dihesin ku Şêx Seîd hatiye daleqandin.
"Piştî têkçûn û dardekirina Şêx Seîd gelek serhildêr derbasî bin xetê bûbûn."(r.39)
Agahiyên li ser Şêx Seîd û serhildanê kêm in û şêlo ne, loma mirov dibêje qey piştî ku zanîn (F.Bîlal ) jî diçe digel gelek bêîmkaniyên din ew jî têk diçin, bela wela dibin û tên daleqandin.
Ji bilî vê beşa ewil a ku di şexsê Fehmî Bîlal de pesnê zanînê tê dayîn ku ehlê qelemê ye, lê hêla din jî wekî ehlê şer, ehlê şûr nîşan dide ji aliyê şerê di nav xencerê û qelemê de heçko dişibe Gazinda Xencera Min(4) a Celadet Alî Bedirxan.
"Min çawa dev ji vê kûpê zanînê berdabû û berê xwe dabû şer. Ma şerê bê zanîn ji çi re dibe? Gava şer xizmeta zanînê neke wê encam çi be? Ma wê desthilatdarî nekeve destê xwediyê şûr. Xwediyê şûr jî wê qanûnên xwe li gorî hêza şûrê xwe bimeşîne. Axirkê paşê min fam kir ku heta şûr ne di bin emrê zanînê de be, wê şûr xisarê bide gel. Divê şûr li ber zanînê bejna xwe bitewîne. Encax wê çaxê edalet dikare bê ser rûyê erdê.Lê li dinyê her tim berevacî vî tiştî bûye. Di şûna zanînê de şûr peyivîye. Encam jî her tim hovîtî bûye. Postê zanayan gurandine, bi saxî ew şewitandine, ew di zindanên kor û tarî de rizandine." (r.46)
Çawa ku di vir de miqeyeseya zanînê û şûr tê kirin, di "Gazinda Xencera Min" de jî berawirdiyek wiha ya di navbera xencer û qelemê de tê kirin heye, lê bi cudahiyeke din. Di Gazinda Xencera Min de heqê xencerê yê xwe parastinê û ravekirinê heye, lomeyên xwe dike, qala hêza xwe dike û bi saya wê çi bi dest ketine tîne zimên.
"Lê nabit, tu tişt, ne ziman, ne xwendin ne nivîsandina te bêyî min naçe serî. Bidî eqlê xwe heta niho tu û milletê xwe hûn çawan mane, çawan we zimanê xwe winda nekiriye û îro dizanin pê biştexilin. Heke ez nebiwama ji zû ve te û milletê te we zimanê xwe winda bikirana." (r.35 )
Û piştî lome û gazinda xencerê, Celadet di navbera xencer û qelemê de dudîlî dimîne.
“Celadet ji bo karê ku Xanî nikarîbû bibe serî bigihîne encamekê, di nava lêgerînên nû de bû: Yan wê gaziya xwe bigihihanda tundrawiyê û wê di kurtedemekê de encamek werbigirta, yan jî wê berê xwe bida ser wê riya dûr û dirêj a bi rê û rêbazên aştiyane/pasîfîst, û wê wiha li dû îdealeke encam nediyar a serkeftinê biçûya .”(5)
Di vir de ya ku balê dikişîne, di Leqatê de xirabiya şûr dispêre bûyerên dîrokî yên ku li dijî mezlûman pêk hatine û diyar dike ku dê edelat bi dawîlêhatina bikaranîna şûr re pêk bê..
Di Gazinda Xencera Min De, di şexsê Celadet de kurd deyndarê xencerê ne. Bo zimanê xwe, bo hebûna xwe, bo xwebûna xwe…Û xencer lomeker e û diyar dike ku divê kurd qedra wê bizanin û wê ji xwe dûr nexin. Xala girîng a ku divê bal li ser be ev e: Ev şûrê ku di serhildanan de tê bikaranîn ne ew şûr e ku ji aliyê desthilatdaran ve bo mezlûman li ba dibe ye, ew şûr ê ku di serhildan û şerê mezlûman de li dijî desthilatdaran di destê mezlûman de li ba dibe ye. Loma mîna ku xencera Celadet jî gazindan dike û hêza xwe diyar dike, di berxwedana bo bidestxistina mafên xwezayî- neteweyî de jî qelem hêza xwe ji şûr digire. Loma “Li dijî stratejîya asîmîlasyonê Celadet digel qelemê xwelêgirtina li xencerê jî pêşniyar dike .” (6)
Wekî encam “ji ber xweseriyên xwe û wek cureyeke hunerê edebiyat xwediyê gelek erkan e. Ew dikare(...) ji bo hin zanistan (dîrok, psîkolojî, civaknasî) bibe belgeya duyem...”(7)
Ji ber vê jî nivîskarek kurd gava bûyereke dîrokî bike mijara romana xwe, barê li ser milê wî/wê girantir dibe, hele ku ew mijar ji aliyê dîroka fermî ya serdestan ve wekî alaveke xapandinê ciyê xwe hê jî di perwerdeya zarokan de diparêze be û xwedî roleka girîng be di dîroka serhildanên kurdan de. Û ger fêde jî yek ji erka edebiyatê be hewce ye fêdeya xwe li dijî xapandin û asîmîlasyonê (wekî belgeyek duyem) jî hebe û xwe bigihîne xwediyên wê edebiyatê ku ew jî xwînerên wê edebiyatê bixwe ne.
(1)Receb Dildar,Leqat , 2018,Dara
(2 -3) Zozan Goyi, Mimetik Somurge, Kovara Kurd Araştirmalari, Bahar 2020,hejmar 2.
(4)Celadet Alî Bedirxan, Gazinda Xencera Min, 2014, Avesta.
(5-6) Firat Aydinkaya ,Golgotha Tepesînden Înmenîn Arîfesînde Vîcahiye Çevrîlmîş "Kurt Modernleşmesî Eleştîrîsî", Kovara Dipnotê , hejmar 1.
(7) Remezan Alan, destpêkek ji bo Zanista Edebîyata Modern,2015, Peywend.
Têbinî: Ev beşa yekem a vê nivîsê ye û beşa diduyan jî dê bê...