Diyarname
Pêşbaziya Stranan a Eurovision îsal 65'emîn car dê lidar bikeve û niha biryar hat girtin ku beşa nîv fînal û finalê ya Eurovisionê bi temaşevanan li dar bikeve.
Ji ber pandemiyê li dinyayê piraniya çalakiyan bê temaşevan li dar dikeve. Li hin welatan biryarên nû di vir de têne girtin. Niha amadekarên Eurovisionê jî biryar girtin. 65'emîn Eurovision li Rotterdamê dê li dar bikeve û amadekaran biryar da ku di şeva nîv fînalê û finalê de temaşevan jî hebin. Hikumeta Hollandayê jî ev yek erê kir. Ji bo vê li formulan tê gerin û tê gotin ku dibe 3 hezar û 500 temaşevanî bigirin şevê.
Eurovision îsal dê di navbera 18-22'yê gulanê de li dar bikeve. Par ji ber vîrusa koronayê pêşbazî li dar neketibû. Di sala 2019'an de ji Îsraîlê Duncan Laurence bi strana "Arcade" bi ser ketibû. Hollandayê jî mafê lidarxistina 65'emîn Pêşbaziya Eurovisionê bi dest xistibû.