Diyarname
Kovara "Kurt Tarîhî" ku sê mehan carek bi tirkî-kurdî derdikeve bi hejmara xwe ya nû ya rêbendan-reşemî-adarê li pêşberî xwendevanan e. Kovarê vê carê meseleya "Dîroka Têkiliyên Kurd-Yewnanan" girtiye dest.
Kovara "Kurt Tarîhî" bi hejmara xwe ya 43'yan derket. Edîtoriya dosyaya vê hejmarê Murat Issi kiriye û ji serdema antîk heta niha têkiliyên kurdan û yewnana girtine dest.
TÊKILIYA KURDAN Û YEWNANAN
Di çarçoveya dosyayê de Issi pêşî gotareke dirêj di vî warî de nivîsiye. Ew diyar dike ku gelek têkiliyên kêm ên ligel yewnanan hebûna û ji bo piştî salên 1980'yan jî wisa dibêje, "Piştî salên 1980'yan rêxistinên siyasî yên kurd wekî penaber li qada Yewnanistanê derketine holê û vê yekê rewşa têkiliyên kurd-yewnanan guhartiye."
LI ZANÎNGEHÊN YEWNANISTANÊ DERSÊN LI SER KURDAN
Issi paşê ligel Andonis Deriziotis hevpeyvînek kiriye. Deriziotis yek ji hîndekarên Beşa Turkolojî ya Zanîngeha Kapodistriako ya Neteweyî ya Atînayê ye. Hevpeyvin li ser hînkirina dîroka kurdan a li Yewnanistanê hatiye kirin. Ew dibêje ku li Zanîngehên Yewnanistanê li ser Cîhana Rojava û Balkanan, li ser Tirk-Osmanî, li ser gelên Behra Sipî ders têne dayîn û van lê zêde dike: "Di dîroka dersên tirk de dîroka hemdem a kurdan bi ser re be jî qal tê kirin lê mixabin li ser dîroka kurdan heta îro li tu Zanîngehên Yewnan, li tu beşê ders nayê dayîn."
Paşê Deriziotis dibêje ku di sala 2020'an de bi navê "Destpêka Dîroka Kurdan" dersek hatiye dayîn û ligel ku tiştên din jî hatine plankirin lê serdema pandemiyê bûye asteng.
Her wiha Murat Issi bi ser navê "Xebatên felsefîk ên Serwat Raşîd" jî nivisek amade kiriye.
BAZÎDÎ REWŞA XWE NIVÎSIYE
Rojnamegerê kurd ê li Yewnanistanê Cemîl Dûran Bazîdî jî bi sernavê "Ji phênûsa xwe rojnamegerekî kurd ê li Yewnanistanê" nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Bazîdî ku piştî Derbesa 1980'yê çûye Yewnanistanê ji wê rojê de heta niha qala çîroka xwe kiriye.
Di çarçoveya dosyayê de Bahoz Şavata jî bi sernavê "Di berhema Anabasis a Ksenefon de Kardûxî/Kurd" nivîsek nivîsandiye
NIVÎSA JI ROJNAMEYA SALA 1854'AN
Di vê hejmarê de Dr. İsmet Konak bi navê "Di rojnameya Kavkaz de 'Kurd' (1854)" nivîsek amade kiriye. Di dema şerê di navbera Osman û Rusyaya Çar de li ser rola kurdan rojnameya "Kavkaz" nûçeye û gotar li ser kurdan nivîsîne. Ev hejmara rojnameyê di 16'ê rêbendana 1854'an de hatiye weşandin û ew nivîs ji wir hatiye wergerandin.
Prof.Dr.Salih Akin bi sernavê "Reformên zimanî yên Bedirxanîyan: Alfabeya Latîn û Bingeha Rêzimana Zaravayê Kurmancî" nivîsek amade kiriye. Ew van gotinan rêz dike, "Komek ji rewşenbîrên kurd ên Tirkiyeyê yên sirgûnî Sûriyeyê bûyî dest bi xebata avakirina alfabeyeke nû dikin. Ev kom ji mîr Celadet Bedirxan, alîkar û birayên wî Sureya û Kamiran û çend hevkarên wan ên din pêk tê."
BEGÊN LICÊ
Tarik Ziya Ekîncî jî bi nivîsa xwe "Ji aliyê dîrokî, sosyolojî û siyasî ve begên Licê" ked daye kovarê. Her wiha bedewama nivîsa Nasruddewle Mardux "Wekî têgehek erdnîgarî û siyasî Kurdistan" hatiye weşandin. Li aliyê din Îbrahîm Gurbuz bi sernavê Sererastkirin û çend not" li ser nivîsa Can Candan a ku di hejmara 40'î ya kovarê de weşandine nivîsek pêşkêş kiriye. Gurbuz li ser wê serdemê hin agahiyên nû pêşkêş kirine. Wekî notek: Yên bixwazin dikarin ji bayiyan û cihên kovar tê firotin kovarê bikriin, yên bixwazin dikarin wekî e-kovar jî bikirin. Ji bo têkilî: Tel 0212 245 81 43 GSM 0541 391 81 49 E-mail kurttarihi2017@gmail.com www.kurttarihidergisi.com