Ji kurê min mezin çênabe
Luqman GULDIVÊ
Li gundekî Torê, rojekê mezinê gund dimire. Ji ber ku li deverê dubendî heye, gundî naxwazin bê serî bin, bi þêwrê dixwazin mezinekî gund hilbijêrin. Di þêwrê de gundî li hev dikin ku kurê yekî ji gund bikin mezinê gund. Lê ne ew kur hazir e, ne jî kesek ji mala wî. Axir gundî berê xwe didin cem bavê wî.
"Filankeso, wele gundê me bê serî nabe, di nava van bendan de em ê li ber lingan biçin!"
Filankes jî qet ne xema wî ye, li nav rezê xwe ye û ber mêwan xweþ dike. Tevrikê wî di destê wî de, dibêje, "Heke we þêwra xwe kiriye, we wilo gotiye, xwa wilo ye."
Gundî niyeta xwe jê re dibêjin, "Wele me li ser li hev kir kurê te bibe mezinê gund".
Filankes vê carê bi çavên bi meraq li wan dinihêre. Dixwaze ji hev derxe, ka henekan dikin yan na, jidil in.
Gundî israr dikin, "Hûn ji maleke mezin in", "bav bapîrên we ji maqûlên gund in", "gund bê serî nabe", "Yabo xwe li me giran meke!"
Lê filankesê min û te, ji ya xwe nayê xwarê: "Yabo nabe, ji kurê min mezinê gund çênabe."
Lê gundî jî ji ya xwe nayên xwarê. Di dawiyê de filankesê min û te hew xwe digire û bi hêrsa rabûyî, hinekî jî li erza gundiyên xwe dide: "Yaw kurê ku ji min çêbûye, ma ez nizanim mezin jê çênabe!"
Cih zane helbet, ev anektoda hanê dikare bi gelek awayan bê þirovekirin. Sermeselê, dikare ji bo pêþîgirtina li hin kesan bê bikaranîn, da ku nebin tiþtekî diyar. Lê dikare her wiha ji bo pêþîgirtina hin neweyiyan jî bê bikaranîn. Yanî xirab û baþ jî derba wê li tiþtan tê.
Silhedînê Eyûbî (Selaheddîn Eyyûbî), siltanê hikûmraniya kurdan e (hukumet ul-Ekrad) û heger netewesaziyeke me ya xurt hebûya, dikarî ji wî qehremanekî avaker jî çêkira. Yanî mîrasa wî têra vê malzeme berdest dikirin. Tevî ku tu carî wê Xelîfe ew wekî Siltan qebûl nekira jî ji ber serketinên wî yên li dijî xaçperestan, wî navê wî wekî siltanê artêþê hildaya.
Bereksê vê jî lê ye. Ji Mîr Bedirxan bi xwe zehmet bû mirov qehremanekî avaker derxe holê. Lê belê, nexasim jî neviyên wî gotareke xurt ava kirin. Bi vê gotarê wan ev Mîrê Kurdistana Osmaniyan, yê ku bi xap û hevkariya împaretoriyê mîrîtî ji apê xwe û paþê jî ji biraziyê xwe stand, wekî Mîrê rewa yê Kurdistanê nîþandan. Yanî belkî wêjeya devkî nebaya, me yê ji bîr bikira ku ew Mîrê Botan ê nerewa bû.
Lê ji Mîrê nerewa yê Botan, hingê mirov bixwesta Mîrekî Kurdistanê yê serbixwe çêke. Belkî ew pêþî li ber rabûya û bigota, yan ez ê wekî adetê mîrîtiya Kurdistana Osmaniyan bikim, yan jî bihêlin wekî Cemîlzadeyan ez li Diyarbekirê bibim zengînekî xwedî erk ê Osmaniyan.*
Yanî bi qasî ku filankesî li gundekî Torê kurê xwe nas dikir, Bedirxan Begê jî xwe nas dikir. Lê paþê, heger kurê filankesî bibe mezin û di ser re çend nifþ derbas bibin, gotarên vî gundî wê ji wî kurî çi çêkin, ev meseleyeke din e. Belkî wî bikin axayekî di ser xwe re.
Çawa ku, belkî rojekê hin kurd bi qencî behsa Îzzet Altinmeþe jî bikin; ev yek bi temamî eleqedarî niyeta gotarçêkeran e. Heta niha çawa di nava kurdan de û gotara neteweçêker a kurdan de Îzzet Altinmeþe diz û hevkarê dewleta Tirk e, dikare wekî arþîvçêkerê newayên kurdî jî bê þirovekirin. Çima na!
* Bi gazin û ecêbmayînê Bedirxan Begê kêm zêde van gotinan dike jî, lê navê Cemîlzadeyan hilnade. Binihêre li Sinan Hakan, Osmanlý Arþiv Belgelerinde Kurtler ve Kurt Direniþleri 1817-1867, Stenbol, 2007.
08.02.2021, Yenî Ozgur Polîtîka