Diyarname
Şefek ji Ganayê Failatu Abdul-Razak tam bi temamî 227 saet bê navber xwarin çêkir. Bi vê yekê ket nav pirtûka rekoran Guinnessê.
Li bajarê Tamale ku dibee aliyê bakurê Ganayê roja 1'ê vê mehê dest bi çêkirina xwarinê kir. Şef Failatu Abdul-Razak ev xebata xwe heta 10'ê mehê domand û bi vê yekê ket nava pirtûka rekoran.
Şerf Abdul-Razak gotiye ku ji bo nasandina xwarina Ganayê ji bo dinyayê ev gavek girîng e û wiha dom kiriye, "Ji bo em bi hev re dîrokê binivîsin piştgirî daye me loma ez ji dil sipasiya civaka navneteweyî dikim. Vê yekê firsend da me, em xwarinên Ganayê, çand û mirovên me bi dinyayê bidin nasîn."
Şef Failatu Abdul-Razak gotiye ku xwarinên ku çêkirine gihandine kesên pêdiviya wan pê heye.
Berî vê, rekor di destê şefek ji îrlandayê Alan Fisher de bû ku 119 saet û 57 deqe dom kiribû.