Diyarname
Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya vê mehê eşkere kir. Li ser çanda kurdên Sovyetê, dîroka Culemêrgê û mijarên din, vê mehê 7 çalakî hene.
Casimê Celilîl yek ji helbestvanên kurdên Sovyetê ye, li ser wî dê bernameyeke amade bibe. Ezemşêr karakterekî dîrokî yê kurd e. Li ser wî dê nivîskar Îhsan Culemêrgê biaxive.
Li aliyê din ji ber ku 7'ê vê mehê sala Wêjegeh Amedê temam dibe dê bernameyeke bi navê “Wêjegeh Amed 1 salî ye” li dar bikeve.
Va ne çalakiyên Wêjegeh Amed ên vê mehê:
- 7 Reşemî: "Wêjegeh Amed 1 Salî ye"; Vecdi Erbay, Ovgu Gokçe, Seçkin Arslan, Lal laleş,
- 16 Reşemî: "Aramizda Bir Bahçe Yakinligi"; Çiyil Kurtuluş
- 18 Reşemî: “Sosyolojinin Marksist Reddiyesi”; Atilla Guney
- 20 Reşemî: “Saatli Muhalif Takvimi”; Fadil Ozturk, Başak Canda
- 23 Reşemî: “Leqat”; Recep Dildar, Memê Mala Hinê
- 25 Reşemî: “Ezemşêr”; Îhsan Colemêrgî
- 27 Reşemî: “Çanda Kurden Sovyeta Bere -1”; Casimê Celîl, “Helbestkarê Enternasyonalîst ê Kurdî”; Celilê Celîl, Salihê Kevirbirî”


