Zinarê XAMO*
Diyarnameyê wekî gelekê caran vê carê jî karekî baş kiriye, klîba salê ya kurmancî ya herî baş hilbijartiye.
Diyarnamê ji 20 kesan jûrîyek ava kiriye û wê jûriyê jî di nav 21 klîbên kurdî da klîba "Nazê nêrgiza hewşê” wekî klîba îsal ya herî baş, herî serketî hilbijartiye.
Bi baweriya min jî jûriyê hilbijartineke rast kiriye. Ji min jî bihata pirsîn, minê jî raya xwe bida klîba "Nazê nêrgiza hewşê.” Çimkî bi rastî klîbeke pir xweş û mikemel e.
Ez ji muzîkê fêm nakim, lê ez kanim gelek caran li ser hev lê guhdarî bikim û jê aciz nebim.
Bi ya min ne kurd û kesên bi kurmancî zanin tenê, kesên biyanî jî, ewropî jî kanin bi kêf li klîba "Nazê nêrgiza hewşê” temaşe û guhdarî bikin û jê pir jî hez bikin. Ji niha de ye gelek kesan ev sitran ji ber kirine.
Ez dibêjim heta niha, di demeke ew qasî kin de li tu klîb û sitraneke kurdî ew qasî nehatiye temaşe û guhdarî kirn.
Li gorî Diyarnameyê nivîsîye, di nav 6 mehan da 6 mîlyon carî hatiye temaşekirin. Ji bo klîbeke kurmancî ev reqoreke pir mezin e.
Helbet ev tîraj ne tesadufî ye, tiştê xweş, bi qalîte tê hezkirin û temaşekirin.
Gava kurd tiştên bi qalîte çêkin, çi dibe bila bibe, ewê bikirên wê hebin û xelkê jê hez bike. Îspata vê yekê klîba "Nazê nêrgiza hewşê” ye.
*Ji bloga wî Hindik-Rindik hatiye girtin (24.12.2020)
Têbinî: Sernavê nivîsê "Bi kurmancî klîba salê ya herî baş bû" me guhart.
**
Nûçeya Eleqedan:


