Diyarname
Piştî êrîşa çekdarî ya li hemberî Îbrahîm Tatlises jiyana wî ya hunerî rawestiya. Niha ew carek din dikeve nava hunerê. Tatlises ku niha amadehiya albuma nû dike kanalek televîzyonê yê tirk pêşniyar jêre bir ku careke din "Îbo Show"ê çêbike. Ji bo vê yekê jî 13 mîlyon TL pêşniyarê wî kir. Lê Tatlises ev yek red kir. Li gor agahiyên ku hatin belavkirin Tatlises bi vê pêşniyara kanalê gelek kêfxweş bûye lê ji kanalê gotiye ew dixwaze pêşî albumê temam bike, piştî derxistina albumê ew dixwaze carek din li ser vê yekê biavixin.
Foto: Cemil Oguz


