Silêmanî
Bi tevlîbûna kurd, ereb û hin kesên ewropî li Silêmaniyê danîsîna cilûbergên kurdî, berhemên karê dest û kelepora kurdî hate kirin.
Roja 4'ê mehê li Hola Çandî ya Kargeha Çiger ya Silêmaniyê ji aliyê Komeleya Mişakat ve danasîna cil û bergên kurdî, berhemên karê dest û kelepora kurdî pêk hat.
Ji derveyî Kurdan, welatî û mamostayên zanîngehê yên ereb û ewropî jî tevlî bûn. Ji derveyî cil û bergehên kurdî, wekî destar, sêla nanî, tîrik, nanpêpêj, hawin û hwd din hatin pêşandan.
Rêvebera Şaxa Silêmaniyê ya Komeleya Mişakat Dr. Şîlan Fehmî diyar kir ku armanca wan nasandina çanda kurdî ye ji bo neteweyên din, her wiha armanc nasandina ciwaniyên Silêmaniyê ye. (Ji Rojnewsê hatiye girtin)
Ji bo dîtina hin wêneyên ji pêşandanê lînkê bitikînin
-GALERÎ: CIL Û BERGÊN KURDÎ - SILÊMANÎ
Û vîdyoya çalakiyê: