QAMIŞLO
Li bajarê Qamişlo piştî ku endamekî YPG’ê dema di ber firina nan re derbas dibû ji aliyê hêzên rejîmê ve hat kuştin, her wiha bazirganek jî hate kuştin, YPG’ê û Asayîşê operasyon da dest pê kirin. Di encama operasyonê de avahiya gumrukê ket destê YPG’ê û hêzên rejîmê ji firinan hatin derxistin.
Li bajarê Qamişlo yê Herêma Xweser a Cizîrê şeva din endamekî YPG’ê dema di ber firina nan a li taxa Xerbî re derbas dibû, ji aliyê hêzên paramîlîter ên rejîmê ku di avahiya firinê de bi cîh bibûn ve hate gulebarankirin. Di encama gulebaranê de endamê YPG’ê jiyana xwe ji dest da.
Di heman saetan de bazirganekî bi navê Silêman Ehmed Mamî li ber benzînxaneya Cermoklî ya li taxa Neqilberî ji aliyê kesên nediyar ve bi guleyan hate kuştin.
Piştî van her du bûyeran, hêzên YPG’ê û Asayîşê li nava bajar operasyon da dest pê kirin. Di encama operasyona ku heta derengiya şevê dom kir de, hêzên rejîmê ji firina nan hatin derxistin. Her wiha avahiya gumrukê ya li taxa Qudurbeg ket destê hêzên YGP’ê.
Derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.
Piştî operasyonê niha li bajar bêdengî heye.
ANHA